BAKÛRÊ KURDISTANÊ – 18 kes ji ber heman nexweşiyê mirin!

26-12-2017
RÛDAW
Nîşan Nexweşî Sîlîkozis Kanîreş Kot Çewllig
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li gundekî navçeya Kanîreşê ya bajarê Çewlig a Bakûrê Kurdistanê, ji ber nexweşiya “sîlîkozis” hemwelatiyekî canê xwe ji dest da. Bi vî awayî li Kanîreşê hejmara kesên ji ber vê nexweşiyê canê xwe ji dest dane, gihişte 18 kesan.

 

Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyê, li gundê Taşlîçay a navçeya Kanîreş a Çewligê, hemwelatiyê bi navê Feysel Demîr ê 36 salî, ji ber nexweşiya "sîlîkozis" rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê lê bi tevê çareseriya pizîşkî jiyana xwe ji dest da.

 

Hate ragihandin, ku 5 zarokên Feysel Demîr jî ji ber heman nexweşiyê dinalin û beriya niha jî ji heman malbatî kesekî canê xwe ji dest daye.

 

Sedema nexweşiya Feysel Demir karê wî ye, ku di karê ketenkirina kaboyan dike. Herwiha 8 birayên din ên Feysel Demîr jî heman nexweşî girtine û ji ber vê bira û biraziyekî wî mirine.  

 

Çalakvana perwerdeya civakî Semîramîs Karaaslan derbarê vê yekê de ragihand, ku heta niha li navçeya Kanîreşê hejmara kesên ji nexeşiya sîlîkozis mirine, gihiştiye 18 kesan.

 

Karaaslan da zanîn, ku li heman navçeyî hejmara kesên ku ev nexweşî girtine 400 kes in û li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê jî hezar û 500 kes nexweşê silikozis in.

 

Nexweşî ji çi çêdibe?

 

Di dema karê keten û spîkirina kot an ku kaboyan de, komprasorên hewayî tê bikaranîn. Di dema karê vê navgînê de, toza ji kaboyan derdikeve, bi rêya henasseyê diçe kezeba mirov û dibe sedema nexweşiya sîlîkozîsê.

 

Ji be rev nexweşî mekanîzmayên kezebê lawaz dike, rê ji nexweşiyên mîna jana zirav vedike û xetereya penceşêrê zêde dike. Lewma di kezeba mirov de dibe sedema tîrbûnê û ev yek jî rê ji mirinê re vedike.

 

Nivîsîn: Necmî Salih

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst