Odeya Bazirganiyê ya Dihokê li ser bazirganiya bi Îranê re biryarek da

20-01-2024
RÛDAW
Nîşan Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Dihokê Boykot Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Dihokê banga boykotkirina berhemên Îranê kir û got, “Em dê ji bo berhemên xwemalî û biyanî ji bazirganên xwe re alternatîfan bibînin.”

Li ser biryara boykotê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Hewlêrê ya piştî êrişa mûşekî ya Îranê ya li Hewlêra îro Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Dihokê jî daxwaz kir ku berhemên Îranê neyên hawirdekirin.

Di daxuyaniya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Dihokê de hat gotin:

“Ji ber ku gelek berhemên Îranê di bazarên me de hene, em wek Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Dihokê bi hûrgilî lêkolînan dikin da ku bazarên alternatîf peyda bikin ku bazirganên me bikarin berhemên Îranê bi berhemên xwemalî û bi welatên din re biguherînin.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşînê êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîna, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî canê xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jînayê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke temenê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xirab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşînê demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.

Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.

Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane / Wêne: Rûdaw

HEWLÊR- 2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane

2 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên niçtecihê Bexdayê ne dema tên Hewlêrê li Rêbenda Şêrawayê hatine sekinandin û 3 roj in li ser cadeyan e