Serokê Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê: Nêzîkî 100 karsazî biryara boykotkirina berhemên Îranê daye

26-01-2024
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Îran Boykot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Rêxistina Geşepêdana Bazirganiya Îranê diyar kir ku bazirganiya di navbera Îran û Hewlêrê de berdewam e û banga boykotkirina berhemên Îranê bandoreke mezin li qebareya bazirganiyê nekiriye.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê jî anî ziman:

“Bandora wê heye û hefte û meha pêşiya me dê bandora wê zêdetir bibe.”

Cîgirê Serokê Rêxistina Geşepêdana Bazirganiya Îranê Mihemed Sadiq Qenadzade ji ajansa Mîhra Îranê re ragihand ku piştî daxwaza Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê ya boykotkirina berhemên Îranê, bazirganiya Îran û Hewlêrê heta niha jî berdewam e.

Cîgirê Serokê Rêxistina Geşepêdana Bazirganiya Îranê Mihemed Sadiq Qenadzade got:

“Ragihandina Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê ya boykotkirina berhemên Îranê bandoreke mezin li ser qebareya bazirganiya Hewlêr û Îranê nekiriye û heta niha jî tiştekî taybet rû nedaye.”

Mihemed Sadiq Qenadzade destnîşan kir ku boykot di çend rojên borî de tenê rewşeke derûnî bû û bandoreke mezin li bazirganiyê nekiriye.

Li gorî daxuyaniya Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê jî heta niha nêzîkî 100 karsazên Herêma Kurdistanê biryar daye ku berhemên Îranê boykot bikin û got:

“Ev tişt dê bandorê li ser qebareya bazirganiya salane ya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bike ku nêzîkî 2.5 milyar dolar e.”

Roja 15ê Kanûna Paşînê 2024an demjimêr 23:30ê, Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşekan êrişî mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî kir û di encamê de 4 kesan şehîd ketin. Êrişê gelek karvedanên navxwe û derve li pey xwe anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst