Festîval û ahengên serê sala nû ya Çînê

02-02-2019
RÛDAW
 Salnameya Çînî ji 12 salên li pey hev pêk tê û her salek amajeyek e bo ajelekî
Salnameya Çînî ji 12 salên li pey hev pêk tê û her salek amajeyek e bo ajelekî
Nîşan Festîval Çîn Aheng Sala Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Salnameya Çînî ji 12 salên li pey hev pêk tê û her salek amajeyek e bo ajelekî. Îsal jî serê sala Beraz e ku 5ê Sibata 2019 dest pê dike û heta 19 Sibata sala 2020 berdewam dike.

 

Bi muzîk, sema û liv û tevgerên akrobatîk, festîval û ahengên serê sala nû li Çînê destpê dikin. Festîval bi helkefta sala berazan tên kirin. Festîval bûye nerîtek salan e û ev 8mîn sal e li pey hev ku tên kirin. Ev festîval ji aliyê çend ajansên Çînê û Amerîka ve tên rêkxistin, daku kultûra herdû welatan bi hev bidin naskirin û peywendiyên bazirganî û geştyarî xurt bikin.

 

Rêveberê Cîbicîkar ê Beverly Hills Julie Wagner dibêje: “Ez kêfxweş im bikaribim serdana Çînê bikim lê gelek xelkê bajarê Beverly Hills hene ku qet neçûne Çînê. Ew xelkê Çînê li vî bajarî dibînin û ev jî derfetek e daku kultûra Çînê veguhêzin, bi vê yekê xelkê vir wê kultûra Çînê fêm bikin, dema Çîniyan bibînin, wê ligel kultûra wan aşna bin.”

 

Li gor zanyariyan, Çîn salane zêdeyî yek milyon dolar li bajarê Beverly Hills xerc dike, ji ber vê yekê geştyariya Çînê ji sedî 650 zêde bûye. Xwarinên xweş, karên hunerî, semaya gelerî û navendên geştyarî yên wî bajarî bala xelkê dikşînin. Di pêşangehekê de wêneyên kultûra biharê, geşedana aborî û civakî hatin nîşandan.

 

Konsulê Giştî yê Çînê Zhang Ping dibêje: “Niha gelek ji xelkê Amerîkayê hez ji kultûra Çînî dikin, ev jî derfeteke baş e bo gelê herdû dewletan daku kultûra Festîvala Biharê bi hev biguherin. Bi baweriya min ev tiştekî gelekî girîng e ku xelkê me bi rêya kultûrê hevdû fêm bikin.”

 

Salnameya Çînî ji 12 salên li pey hev pêk tê û her salek amajeyeke bo ajelekî. Îsal jî serê sala Beraz e ku 5ê Sibata 2019 destpê dike û heta 19 Sibata sala 2020 berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst