ÇÎN - Zhujiajiao bi dîmenên xwe yên balkêş bala geştyaran dikişîne

03-11-2023
RÛDAW
Dîmeneke bajarê Zhujiajiaoyê. Wêne: Mehdî Ferec
Dîmeneke bajarê Zhujiajiaoyê. Wêne: Mehdî Ferec
Nîşan Zhujiajiao Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dîmenên xweşik ên bajarê Zhujiajiaoyê yê li eyaleta Şanghayê ya Çînê bala geştyaran dikişîne, her sal bi sed hezaran kes diçin wî bajarî.

Li bajêr 36 pirên li ser çem hene û bi dehan dikan û xwaringeh li her du aliyên çem cih digirin.

Ber bi êvarê ve, bi dehan geştyarên xwemalî û biyanî diherikin bajêr, kêleka dikan û pirên balkêş, hinek ji wan wêneyan digirin û kêfê dikin.

Geştyarekî Çînî anî ziman, “Çîn welatekî mezin e, ji ber dîmenên xwe yên xweş gelek kes tên vir.”

Geştyarekî biyanî jî li ser bajêr got:

“Ev cara duyemîn e ku ez têm vir. Xwarin û vexwarinên vir pir xweş in û mirovên vir pir baş in.”

Dîroka bajarê Zhujiajiao digihe berî 1700 salî.

Bajar bi pîşesaziya cilûbergan û çandiniya birincê navdar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst