Wezareta Karên Derve ya Çînê: Em amade ne hevahengiya xwe û Îraqê zêde bikin

25-12-2023
Nîşan Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning Îraq Çîn Pêwendî Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Em rewşa Îraqê ji nêzîk ve dişopînin û em amade ne ku hevahengiya xwe ya bi Îraqê re zêde bikin.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ningê, pirsên Rêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Çînê Mehdî Ferec bersivandin.

Mao Ningê da zanîn ku Îraq ji bo projeyên paşerojê hevbeşeke girîng a Çînê ye û salên dawiyê hevahengiya navbera Çîn û Îraqê “kûrtir û mezintir” bûye.

“Çîn rewşa ewlehiyê ya Îraqê ji nêzîk ve dişopîne”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê li ser pêwendiyên her du welatan got:

“Sûdeke berbiçav a pêwendiyên me heye ji gelên her du welatan re.

Çîn rewşa ewlehiyê ya Îraqê ji nêzîk ve dişopîne û em amade ne ku hevahengiya xwe ya bi Îraqê re zêde bikin û em bi hev re silametî, pêşketina bêpirsgirêk û projeyên hevkariyê yên dualî garantî bikin.”

Li aliyê din, Şirketa PetroChinayê ya Çînê, dê li Kêlgeha Petrolê ya Qurnayê cihê şirketa Exxon Mobilê ya Amerîkayê bigire.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ningê, 20ê Çiriya Paşînê li ser vê mijarê gotibû ew ji bo hewlên nû yên bi Îraqê re amade ne û pê de çûbû:

“Em amade ne ku ji bo teşwîqkirina pratîkên berdewam ên di qadên cuda de bi aliyên Îraqî re hewlên hevpar bidin.”

Mao Ningê destnîşan kiribû ku pêwendiyên dostane yên Çîn û Îraqê hene û gotibû:

“Çîn wekî dostekî rasteqîn ê gelê Îraqê, bi awayekî aftîv beşdarî avakirina aboriya Îraqê bûye.

Di pêşketina aborî ya gelê Îraqê de roleke wê ya erênî çêbûye. Hem Hikûmeta Îraqê hem jî gelê wê pesnê vê rola Çînê daye.”

Pêwendiyên Çîn û Îraqê yê aborî û bazirganiyê vedigerin sala 1997an ku her du welatan wê salê hevahengiyeke aborî îmze kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst