Zelendaya Nû û Awistralya ketin sala nû

31-12-2023
RÛDAW
Nîşan Zelandaya Nû Awistralya Sala Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Kîrîbatiyê, Zelendeya Nû û Awistralyayê sala nû pêşwazî kir.

Gelek welatên cîhanê hatina sala 2024an pîroz dikin.

Di cîhanê de welatên yekem ên sala nû pêşwazî kiriye Kîrîbatî, Zelandaya Nû û Awistralya ne.

Zelendeya Nû li gorî demjimêra Kurdistanê, saet 14.00an sala nû pêşwazî kir.

Li bajarê Aucklandê yê Zelendeya Nû bi hezaran kes li hev civiyan û sala 2024an bi coşeke mezin bi fîşekên hewayî pêşwazî kir.

Li Awistralyayê sala nû dest pê kir

Awistralyayê jî li gorî demjimêra Kurdistanê, saet 16.00an sala nû pêşwazî kir.

Li lîmana Sîdneyê ya Awistralyayê bi boneya hatina sala nû, 8 ton fîşekên hewayî hatin berdan.

Piştî Awistralyayê dê Papua sala 2024an pêşwazî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst