Moskow (Rûdaw) - Kremlîn bi fermî ne piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dike, ne jî bi awayekî eşkere dij derdikeve. Lê helwêsta civaka Rûsyayê hîn zelaltir e.
Li gorî rapirsiya malpereke rûsî ya bi navê EurAsia Daily (https://eadaily.com/ru/poll/ ), ku 11 hezar 251 kes beşdarî lê kirine, piraniya wan, ango i ji sedî 55 ya civata Rûs dixwazin ku Moskow serxwebûna dewleta Kurdistanê nas bike.
Akademisyenê rûs, ku proseyên siyasî yên herêmê ji nêz ve teqîb dike, dibêje ragihandina serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê ne ji bo Moskow, ne jî, ji bo civaka Rûs surprîz bû.
Pisporê Enstîtuya Rojhilatnasî Konstantin Truyevtsev ji Rûdawê re wiha got: “Derdorên siyasî û yên aborî yên Rûsyayê ji berê de xwe ji bo vê yekî amade dikirin. Jixwe peymanên Rosneft û Gazprom Neft li Kurdistanê nîşaneyên vê amadekariyê ne. Her çi helwêsta civaka Rûsyayê ye, yek ji rapirsiyan nîşan dide ku ji % 55 piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike. Lê zehmet e mirov helwêsta tevaya gelê Rûsyayê texmîn bike, ji ber ku her kes nizane ka li herêmê çi rû dide. ”
Pisporekî din ê Enstîtuya Rûjhilatnasî jî amaje dike ku serxwbûna Başûrê Kurdistanê êdî ketiye qonaxeke bêveger.
Karmendê Enstituya Rojhilatnasî Kîrîll Vertyayev jî wiha liser giştpirsiya serxwebûnê axivî: “Kurdistana serbixwe êdî pirsa demê ye. Eşkre ye ku ev proses êdî bêveger e. Û bi nêrîna min zû yan derneg, pirsa serxwbûna Kurdistanê dê bikeve rojeva Neteweyên Yekbûyî. Lê bersiva Neteweyên Yebûyî dê çawa be, niha zehmete ku mirov pêşbînî bike.”
Pisporê rûs her weha amaje dike ku Moskow, mijara serxwebûna Kurdistanê wekî pirsgirêka navxweyî ya Îraqê dibîne.
Kîrîll Vertyayev wiha domand: “Referendûma serxwebûna Kurdistanê di proseya serxwebûna kurdên Îraqê de bûyereke giring bû. Lewma jî Rûsya helwêsta xwe bi wî cureyî aşkere dike ku, bidestxisitina serxwebûnê, yan jî mijara serweriya Kurdistana Îraqê tenê bi şêwaza hevkariya Hewlêr û Bexdayê ve girêdayî ye.”
Pispor li ser dudiliya Moskowê ya di mijara serxwebûna Kurdistanê de dibêjin, herçend Moskow serxwebûna çend herêmên otonom ên sovyeta berê nas bike jî, wek dewleteke pirnetewe, ew ditirse ku ragihandina serxwebûnê ji bo neteweyên Federasyona Rûsyayê jî bibe mînak.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse