Kurd û Rûs bi awazên Kurdî amadekariyên Christmasê dikin

05-01-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurd Rûsya Christmas Ciwan Osman
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Kurdekî ji Qamişloyê û hevjîna wî ya Rûs herçiqasî bîr û baweriya wan cuda bin jî bê cudahî cejnên hev pîroz dikin.

Malbata Kurd a li Moskowa paytexta Rûsyayê amadekariyên pêşwazîkirina jidayikbûba Îsa Mesîh dike.

Ji ber ku piraniya civaka Rûs Xirîstiyanên Ortodoks e li Rûsyayê Chrîstmas 7ê Kanûna Paşîn tê pîrozkirin.

Arastina Dara Christmasê ji bo Roja Jidayikbûna Îsa Mesîh yek ji nêrîtên herî kevn ên Xirîstiyanan e.

Herçend ên ne Xirîstiyan jî li mala xwe Dara Christmasê dixemilînin. Medya pêlîstokên kevn jî bi dar ve dike, yên ku dapîra wê, ji serdema Sovyetê ta niha parastine.

Bê guman, beriya her tiştî, hem dar, hem jî pêlîstok rojên herî bêxem û herî bextewer ên zarotiya Medyayê tîne bîra wê.

“Cejnên me yên Rûsî hene û cejnên me yên Kurdî jî hene”

Bijîşka Ortodont Medya Osmanê got, “Erê, bavê min Kurd e, dayika min Rûs e. Ez dikarim Kurdî jî bêjim lê dixwazim Rûsî bêjim. Malbata mezin e. Cejnên me yên Rûsî hene û cejnên me yên Kurdî jî hene.

Bê guman, em Christmasê jî pîroz dikin, Newrozê jî pîroz dikin, Serê Salê pîroz dikin, Paskalya û Cejna Qurbanê jî pîroz dikin. Em wan hemû, mîna hev, têkel pîroz dikin. Cudahiyê nakin.”

Li vê malê yê li navenda Moskowê, ji pêşwazîkirina mêvanan û îkramkirina qehweya bi hêl bigire, ta bi dengê amûreke mûzîkê ya Kurdî, her tişt ahengeke siruştî ya avhewaya Kurdewarî diafirînin. Tevî ku zimanê danûstandinê bi Rûsî ye.

Dr. Ciwan ji Rojavayê Kurdistanê ye û hîn di serdema Sovyetê de ji bo xwendina bilind hatiye Rûsyayê.

Dema bîryar daye ku jiyana xwe bi keçeke Rûs re bike yek, ne cudatiya bawerî û ne jî ya çandî ji wan re bûye asteng.

“Em rêzê li cejnên wan digirin ew jî li yên me”

Bijîşkê Ortodont Dr. Ciwan Osman anî ziman “Ez ji Qamişloyê me. Em li taxekê bûn ku Xirîstiyan jî bi me re bûn, Ermenî bi me re bûn.

Me bi wan re ev eyd dikirin. Em zar bûn, em diçûn dêrê jî bi wan re, wexta wan Rojbûna Îsa pîroz dikir.

Tiştekî xerîb tine yanî. Malbata min jî dêya wê û bavê wê jî rêz li me digirt.

Yanî, wan digot ev eyda we ye û em rêzê li wê digirin. Me jî rêz ji eyda wan digirt. Ew e yanî.”

“Bi yekkirina du kulturan ji bo min pir asan bû”

Nataliya Osmana hevjîna Dr. Ciwan got, “Sih sal in bûka Kurdan im. Ez çûme Kurdistanê, Qamişlo, Hesekê bi mêvanî.

Bi yekkirina du kulturan, ji bo min pir asan bû. Ji ber ku min kultura hevjînê xwe pesend kir, wî jî kultura min pesend kir.

Me hemû bi hev re têkel kir û hemû cejn bûn yek. Dema ku dilovanî, hezkirin û hevtêgihîştin hebe, pesendkirin jî asantir dibe. ”

Di bingeha her cejnekê de cewhereke dînî heye lê wekî di mînaka vê malbata têkel de jî tê dîtin, giringiya cejnekê ne di ciyawaziya wê ya dînî de, belkî di hêla wê ya pêkhêner de ye.

“Arezûya hemûyan yek e: Aştî, bextewerî û aramî”

Dapîr Ludmîla Nikolayvnayê got, “Dibe ku di van cejnan de ya herî giring ew e ku her netewe li gorî xwe pîroz dike lê arezûya hemûyan yek e: Aştî, bextewerî û aramî.”

Civata Rûsyayê ku bi giranî Xirîstiyanên Ortodoks e û roja jidayîkbûna Îsa Mesîh dawiya hefteya pêşîn a sala nû pîroz dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst