MOSKOW – Kurdekî xelata taybet a mîmariyê wergirt: ‘Navê miletê xwe bilind dike’

25-12-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
MOSKOW – Kurdekî xelata taybet a mîmariyê wergirt: ‘Navê miletê xwe bilind dike’
MOSKOW – Kurdekî xelata taybet a mîmariyê wergirt: ‘Navê miletê xwe bilind dike’
Nîşan Moskow Mîmarî Kurd Xelat
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Juriya Pêşbaziya Mîmariyê ya bi navê “Simbila Zêrîn 2023” xelata taybet pêşkêşî xwendekarê Kurd ê Zanîngeha Avahîsaziyê ya Moskowê Nûrîk Mûsoyan dike.

Pêşbazî di navbera mîmarên profesoyonel ên heta 30 salî û xwendekarên ji hemû herêmên Rûsyayê de hat sazkirin.

Armanca wê destnîşankirina projeyên herî baş ji bo restorasyon û nûjenkirina qada navdartirîn Pêşangeha Rûsyayê ye.

Juriya pêşbaziyê, ji mîmarên profesyonel pêk tê.

Mîmarê profesyonel û Serokê Juriyê Aleksandr Tarasov got:

“Bi nêrîna min, ji bo xwendekarekî ev yek, gaveke rasterast e di nav jiyana mezin a profesyoneliyê de ye. Ji bo xwendekarekî ciwan, hîştina şopa xwe di dîroka Pêşangeha VDNHyê de, ji hemû pesndanan wêdetir e.

VDNH bê guman, navendeke rakêşanê ye. Her roj bi qasî 100 hezar kesî, ne tenê ji herêmên Rûsyayê, ji tevahiya welatên cîhanê tên vê derê.

Loma eger kesek karibe şopa xwe li vê derê bihêle, bi nêrîna min, ew dê heta hetayê bimîne.”

VDNH wekî Pêşangeha sereke ya Rûsyayê tê binavkirin ku cara yekem sala 1939an, ji bo nîşandana hemû destkeftên Yekîtiya Sovyetê hatiye vekirin.

VDNH hem bi şêwaza mîmariya xwe û hem jî bi pêşangehên xwe yên nuwaze, her sal bala bi dehan milyon geştyaran dikîşîne ser xwe.

Ev yekemîn pêşbazî ye ku bi hevkariya Yekîtiya Mîmarên Rûsyayê di nava mîmarên ciwan de hatiye sazkirin.

Şansê xelatgirên pêşbaziyê heye ku projeyên wan di pratîkê de werin bicihkirin û navê wan jî derbasî dîrokê bibe.

Xwendekarê Kurd ê Zanîngeha Avahîsaziyê ya Moskowê Nûrîk Mûsoyan anî ziman:

“Mîmariya VDNH eklektîk e an ku klasîsîzm, romantîzm û çend stîlên din bi hev re hatine girêdan. Rast bêjim, ji bo min hinekî dijwar bû lê ez şa me ku, min di vê pêşbirkê de cih girt.

Eger mîmarên VDNHyê projeya min çêkin, ez dê gelekî şa bim û serbilind bim ku xwendekarekî Kurd li Moskowê ev proje çêkiriye.”

Ev ne yekemîn destkefta Nûrîk e. Sala 2021ê, Nûrîk nasnavê Xwendekarê Salê ya Moskowê, wekî “kesayetê afirîner” wergirt.

Sala 2022yan jî bû serfirazê Pêşbaziya Mîmarê Dîplomasiyê ku ji aliya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ve tê rêkxistin.

“Navê miletê xwe bilind dike”

Dayika Nûrîk, Sêda Mûsoyanê jî li ser serfeftina kurê xwe got:

“Nûrîk ji biçûktiya xwe ve şiklê dikişîne, ew şêwekar e, muzîkjen e û diçe sporê jî. Ji biçûkatiyê gelek xebatên wî hene, portreyan dikişîne, xwezayê dikişîne.

Bi rastî ji 500î zêdetir xebatên wî hene. Ez bawer im ku her zarok, her ciwanekî Kurd ku ser xwe bixebite, wê bigihêje dereceyan.

Ji ber ku her ciwanek, her mirovekî Kurd ku digihêje asta bilind di nava dewletan de, ew navê dewleta xwe, navê koka xwe, navê miletê xwe bilind dike. Ez gelekî şa me!”

Nûrîk tevî temenê xwe yê ciwan, xwe êdî wekî şêwekarekî serkeftî nîşan daye.

Wî li çend bajarên Rûsyayê yên mîna Moskow, Tver, Torjok her weha, li çendîn navendên zanistî û çandî pêşangeha xwe ya şexsî jî rêk xistiye.

Armanca Nûrîk ew e ku li Kurdistanê jî pêşangeha xwe veke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst