Seroka Şaredariya Parîsê soz da heta dawîn piştgiriya gelê kurd bike

04-11-2017
Ala Şalî
Ala Şalî
Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo
Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo
Nîşan Şaredar Parîs Anne Hidalgo Kurdistan Iraq
A+ A-

Parîs (Rûdaw) – Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo soz da bi hemû derfetên xwe piştgiriyê bide gelê kurd û herwiha ji bo vê armancê jî daxwaznameyekê pêşkeşê serokê welatê xwe bike.

 

Şerê pêşmerge yê li dijî terorê, piraniya kesayet û berpirsên Fransayê û herwiha dostên kurd li Parîsê anîne cem hev.

 

Piştî civînê Seroka Şaredariya Parîsê û hakima paytexta Fransayê Anne Hidalgo ji Rûdawê re ragihand: “Fransa dikare ji bo piştgiriya kurdan rolekî bi bandor bilîze. Çimkî endamê hertimî yê Civata Ewlekariya Navdewletî ye. Divê em ji bîr nekin, ku peywendiyeke dîrokî di navbera Fransa û Kurdistanê de heye, ku vedigire serdana xanima Mîtterrand.”

 

Anne Hidalgo got: “Fransa di çareserkirina pirsgirêkan de bi bandor e. çimkî welatên din guh didin Fransayê. Piştî şerê DAIŞê û karesata ku niha qewimiye, welatên demokrat piştgirî didan kurdan. Niha Fransa divê vê role hilgire ser xwe ji bo piştgiriya gelê kurd. Çimkî kurd tenê ji box we şer nakin, ji bo seqamgîriya me jî cengê dikin.”

 

Hidalgo da zanîn, ku ew piştgiriyê didin kurdan û da zanîn, ku di rojên pêş de bi armanca piştgiriya dewleta Fransayê dê daxwaznameyekî pêşkeşî serokatiya welat bike.  

 

Niha dengê serxwebûnxwazên kurd li Parîsê baş tê bihîstin. Yek ji wan senatorên Parîsê, ku berî piştgirî dida serxwebûna Kurdistanê, di wê baweriyê de ye, ku Iraqê destûr binpê kiriye ne ku kurdan.

 

Senator Parîsê Remie Feraud jî got: “Bêguman hikûmeta Fransayê ji bo diyaloga li gel Herêma Kuridstanê dikare guvaşê bixe ser hikûmeta Iraqê. Fransa dikare Iraqê neçar bike da ku li gel kurdan diyalogê bike. Mafê kurdan bû giştpirsî bikin û ji mêj ve biryara vê dabûn. Çimkî kurdan destûra Iraqê binpê nekir, yê destûr binpê kiriye Iraq bixwe ye.”

 

Remie Feraud herwiha tekez kir, ku erkê Fransayê ye piştgiriyê bide Kurdistanê.

 

Fransayê, di sala 1991ê de, ji bo Neteweyên Yekbûyî xeta 36 diyar bike û herêmên dijî firînê li Başûrê Kurdistanê destnîşan bike, rola sereke lîst. Heman Fransayê di dema êrîşên DAIŞê de alîkariya siyasî û dîplomasî da Kurdistanê.

 

Niha jî ji serokomar heta senatoran, hemû berpirsên welat li dijî êrîşên Iraqê ke û dixwazin Bexda û Hewlêr vegerin ser maseya gotûbêjan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst