Kurdên diyasporayê 6 Kurdên li Fransayê hatibûn kuştin bi bîr anîn

07-01-2024
RÛDAW
Li Parîsê xwepêşandanek hat lidarxistin
Li Parîsê xwepêşandanek hat lidarxistin
Nîşan Fransa Parîs Xwepêşandan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Fransayê sala 2013an sê jinên Kurd û sala 2022yan jî 3 Kurd din hatibûn kuştin. Ji bo bibîranîna  wan meşek hat lidarxistin.

Sê jinên çalakvan ên Kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez 9ê Kanûna Paşîna 2013an li paytexta Fransayê bajarê Parîsê hatin kuştin.

Polîsê Fransayê bi tohmeta kuştina her sê jinên Kurd, kesekî bi navê Omer Guney desteser kir.

Di 17ê Kanûna Pêşîna 2016an de, du roj berî dadgehkirinê, berpirsên Fransayê ragihand ku Omer Guney di zîndanê de miriye û dosyaya wan wekî xwe maye.

Li heman bajarî  23yê Kanûna Pêşîna 2022yan kesekî 69 salî êrişî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kayayê kir.

Di wê êrişê de jî çalakvaneke pêşeng a Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara) a ji Qilebana Şirnexê,  hunermend û stranbêj Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) ê ji  Mûşê û Kurdê bi navê Abdurehman Kizil hatibû kuştin.

Di wê dosyeyê de jî heta niha kujer di girtîgehê de ye lê dosye yekalî nebûye.

Kurdên diyasporiya dixwazin ku edalet pêk were û dosya yekalî bibin.

Bi vê mebestê Kurdên diyasporayê li Parîsê meşeke li dar xist û wêneyên her şeş qurbaniyan hatin bilindkirin.

Berdevka Encûmena Demokratîk a Kurd Bêrîvan Firatê got:

“Divê Fransa dadmendiyê ji bo Kurdan bicih bike. Qet ne rewa ye ku kujer naskirî be, yên teşwîq kirine naskirî bin û piştî 11 salan jî dosya nehatibe yekalîkirin.”

Mirovên qurbaniyan Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) bi kuştina wan tohmetbar dikin.

Niştecihê Fransayê Ara Torasian jî got:

“Ew gelekî serkutkirî ne ku berdewam ji aliyê dewleta Tirkiyetê ve li derveyî sînorên wê li Sûriye û Îraqê tên bombebarankirin.

Kurd gelekî ku rûbirûyê komkujiyê dibin û em Ermenî wekî yekem gelê di sedsala bîstan de rûbirûyê komkujiyê bûne hevsoziya xwe ji bo Kurdan tînin ziman û li gel wan radiwestin.”

Di wê xwepêşandanê de êrişa bi çekan a di Kanûna Pêşîna 2022yan de jî hat bibîranîn.

Hinek Kurdên diyasporayê yên li Fransayê ji xemsariya dadgeha wî welatî nîgeran in û bi gotina wan, tawanê dijî Kurdan hatiye paşguhxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst