Berdevkê Pentagonê bo Rûdawê: Heta pêşerojeke diyar hevkariya me û HSDê dê berdewam be

08-06-2018
RÛDAW
Berdevkê Pentagonê, Eric Pahon.
Berdevkê Pentagonê, Eric Pahon.
Nîşan Amerîka Pentagon Eric Pahon Minbic HSD Sûriye Iraq DAIŞ Hevpeymanî
A+ A-

Bruksel (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon), Eric Pahon bo Rûdawê ragihand, ku ew li gor pêwistiya rewşê, hevkariya HSDê dikin.

 

Eric Pahon got, ku Amerîka û Tirkiyê derbarê Minbicê de nexşerêyek amade kirine û ji nêzîk ve hemahengiya Amerîka bi Tirkiyê re heye û ew rê nadin careke din rêxistina DAIŞê serê xwe li Sûriyê an Iraqê hilde.

 

Berdevkê Pentagonê herwiha ji Rûdaw re tekez kir, ku NATO rahênanê bi hêzên Iraqî û HSDê dike.

 

Eric Pahon tekez kir, Hêzên Sûriya Demokratîk hevbeşên me ne, li ser erdê şer kirine û qurbanî dane bo kontrolkirina navçeyan li Sûriyê. Bi gotina Pahon, bo paşerojeke diyar jî, dê hevahengiya wan ligel Hêzên Sûriya Demokratîk hebe.

 

Pahon amaje bi wê yekê jî kir, ku hêj gelek kar maye ku pêwîst e li Sûriyê were kirin weke pûçkirina bombe û mayînan, dabînkirina ewlekariya pêwîst û xizmetguzariyên bingehîn, bi awayekî ku di egera vegera DAIŞê de, an her grûpeke din a terorîst di paşerojê de, xelkê Sûriyê bi xwe bikaribin berevaniyê li axa xwe bikin.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê hevpeyvînek bi Berdevkê Pentagonê, Eric Pahon re encam daye, ku bi vî awayî ye:

 

Rûdaw: Pirsyara min derbarê Sûriyê de ye, gelo ti demeke diyarkirî bo vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê heye?

 

Eric Pahon: Ez bawer im te jî bihîstiye ku çend rewşên diyarkirî yên bi Sûriyê ve girêdayî hene ku heta niha jî şer berdewam e û sînorê DAIŞê bo du navçeyan hatiye kêmkirin, lê nayê wê wateyê em gehiştibin wê asta asayîşê ya pêwist ku nehêlin dubare DAIŞ derkeve. Lewra di vê qonaxê de operasyon berdewam in, ku divê zû li van herdu navçeyên ser sînorên Iraq û Sûriyê dawî lê were anîn, piştî vêna jî divê em ji wê yekê piştrast bin ku grûpên biçûk ên DAIŞê nikaribin navçeyên din kontrol bikin û nebin pirsgirêk bo xelkên navçeyê, hê gelek kar maye ku divê were kirin wek; pûçkirina mayînan, ewlekariya pêwist û xizmetguzariyên destpêkê bi awayekî ku di egera vegera DAIŞê de xelkê Sûriyê bi xwe bikaribin berevaniyê li axa xwe bikin, an her grûpeke din a terorîst di paşerojê de.

 

Gelo Amerîka li ser piştgirîkirina Hêzên Sûriya Demokratîk li Sûriyê berdewam dibe?

Wek min got, ev yek bi çend rewşên diyarkirî ve girêdayî ye, Hêzên Sûriya Demokratîk hevbeşên me ne, li ser erdê şer kirine û qurbanî dane bo kontrolkirina navçeyan li Sûriyê. Tişta em naxwazin bibînin, ew e ku careke din DAIŞ serî hilde, hê jî pêdiviya me bi demê heye heta dighin wî tiştê ku dixwazin bigihinê. Bo paşerojeke diyar jî, dê hevahengiya me ligel Hêzên Sûriya Demokratîk hebe.

 

Haya we ji nexşerêya Tirkiyê ya Minbicê heye, doh min ev pirs ji Sekreterê Giştî yê NATOyê kir, wî got ku NATO li Sûriyê nîne, lê haya wî ji rêkeftina navbera Amerîka û Tirkiyê heye, di vê derbarê de çi zanyariyên we hene?

 

Amerîka û Tirkiye wek em jê re dibêjin nexşerêyeke wan li Minbicê heye, evna jî pêbendiyeke bo avêtina hinek pêngavan li Minbicê daku bighin çareseriyekê ji bo nehiştina nîgeraniyên rewa ên Tirkiyê, berdestkirina pêdiviyên xelkê Minbicê û hevkarbûna Nûnertiya Hikûmeta Lokal ku bo hemû aliyên beşdar maqûl e. Tişta heye gotûbêjeke girîng a navbera Amerîka û Tirkiyeya hevpeymanê me yê NATOyê ye.

 

Ti zanyariyên we li ser hurgiliyên nexşerêya Amerîka-Tirkiye ya Minbicê hene?

 

Niha çavê me li ser berdewamiya wê gotûbêj û hevahengiyê ye, hurgilî jî piştî pêngavên di pratîkê de derdikevin, lewra ez naxwazim bidim pêş wan gotûbêjên me yên diplomatîk û wan têbîniyên ku li navçeyê hene, lê careke din dibêjim em ji nêzîk ve kar ligel wê hevpeymanê xwe dikin, evana gotûbêjên girîng û ev nexşerê jî pêngaveke girîng e li navçeyê daku çareseriyekê bibînin bo hemû aliyekî maqûl be.

 

Gelo Amerîka ji Minbicê vedikişe?

 

Ez texmînê bo operasyon û pêngavên dahatû yên serbazên me nakim, wek min got, em kar li ser wan pirsan dikin, pêngavên me ber bi pêşve ne, ev gotûbêj û nexşerêya Minbicê bo Amerîka, Tirkiye, Hêzên Hevpeyman û herwiha bo xelkê Minbicê jî pêngavên gelekî mezin in.

 

Amerîka dibêje; divê NATO şerê DAIŞê bike, lê NATO li Sûriyê nîne, hevahengiyên navbera NATO û Amerîkayê çawa ne?

 

Wek tu dizanê, NATO endamê hevpeymaniya 75 endaman e, 71 welat û çar endamên din. NATO di warê perwerde, rahênan, şêwir û bi taybetî derbarê perwerdeya pizîşkî de hevkariyeke girîng pêşkêş dike, hinek welatên diyar ên NATOyê û herwiha NATO bi xwe jî wiha dike ku şiyanê dixin tevgerê daku hêzeke demdirêj berhem bînin bi taybetî ligel hêzên ewlekariyê yên Iraqê, tiştekî wek perwerde û rahênana pizîşkî bê guman pêwist e bo derketina ji guşarên piştî şer, kêmkirina zerar û ziyanan û herwiha hebûna hêzeke bi bandor di paşerojê de, loma hevkariyên NATOyê nayên nirxandin, her endamekî NATOyê bi awayekî serbixwe hevkariya hevpeymaniyê dike, herwiha bi grûp jî wek NATO û wek rêxistinekê wê hevkariyê pêşkêş dikin ku girîngiya wê nayê pênasekirin.

 

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg doh got ku divê ew li Iraqê ji bo şerê dijî DAIŞê zêdetir piştîvaniya hêzên local bikin, ew piştîvaniya Pêşmerge û hêzên Iraqî çawa dibe?

 

Em dixwazin kar ligel hêzên ewlekariyê yên Iraqê bikin, ev yek jî bi rêya hikûmeta Iraqê li hemû navçeyan, hevdem berdewam dê bala me li ser DAIŞê be, têkşikandina DAIŞ û bi baweriya min nabe em vê yekê paşguh bixin, bi taybetî li Sûriyê ku operasyonên me berdewam in, loma em bi dijwarî kar dikin, em kar li ser bilezkirina kampanya dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê dikin û pêngavên baş dihavêjin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst