Balyoza Amerîkayê û Wezîrê Petrolê yê Iraqê hinardekirina petrola Kurdistanê gotûbêj kirin

27-06-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Iraq Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî li Bexdayê civiyan û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Balyoza Amerîkayê daxwaz ji wezîrê petrolê yê Iraqê kir ku zêdetir giringî bidin kompanyayên Amerîkî.

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê, Alina Romanowski roja Duşemê 26ê Hezîranê di twittekê de derbarê civînê de zanyarî belav kir û got “Min hevdîtinek bi Wezîrê Petrolê yê Iraqê re kir, me derbarê wê yekê guftûgo kir ku zêdetir giringiyê bidin kompanyayê Amerîkî daku biakrin hilberînê li Iraqê bikin.”

Alina Romanowski herwiha ragihandiye, di civînê de her du aliyan têkildarî dubare vekirina xeta boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye gotûbêj kirine, daku careke din petrol di rêya wê xetê re biçe bazarên cîhanê û aboriya Iraqê bihêz bibe ku sûda wê bo hemû Iraqê heye.

Roja 25 Hezîranê sê meh bi ser ragirtina hinardekirina petrola Kurdistanê re derbas bûn. 

Li gor şopandineke Rûdawê, ziyanên ragirtina hinardeya petrola Kurdistanê ji roja ewil ve heta 25ê Hezîranê gihîştiye zêdetirî ji 2 milyar û 653 milyon û 720 hezar dolaran.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst