Derbarê Idlibê pirsgirêk di navbera Moskow û Enqerê de hene

17-03-2019
RÛDAW
Rêkeftina Idlibê bûye sedema derketina pirsgirêkan
Rêkeftina Idlibê bûye sedema derketina pirsgirêkan
Nîşan Sûriye Idlîb Tirkiye Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêkeftina Idlibê bûye sedema derketina pirsgirêkan di navbera Moskow û Enqerê de ku wan her dû aliyên ku ev rêkeftin imze kirirbûn.

 

Rûsya dibêje, Tirkiyê ew rêkeftin bi temamî bicih nekiriye, ji ber ku heya niha çekdarên opozisyonê û çekdarên Nusre ji hev nehatine cudakirin. Ji aliyê xwe ve jî Tirkiyê dibêje, hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên Rûsî wê devera bêçek li herêma Idlibê bombebaran dikin, ku ev yek jî dibe binpêkirinek ji rêkeftina Soçî re ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de de hatibû îmzekirin.


Ev du carin di nava hefteyekê de Wezîrê Derveyê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana xwe bo Enqere paytexta Tirkiye li paş dixîne, li gor çavdêrên peywendîdar ev lipaşxistin wê yekê nîşan dide ku nakokî di navbera Rûsya û Tirkiye de derbarê Idliba bakurê rojavayê Sûriyê de gelekî zêde bûne.


Ji aliyê  xwe ve Rûsya, Tirkiyê bi cîbicînekirina rêkeftina Soçî li Idlibê tometbar dike, ji ber li gor berpirsên Rûsî heta niha Tirkiye çekdarên opoziosyonê û yên Tehrîr El-Şam wate Nusreya berê jihev veneqetandine, herwiha divabû li Rêkeftina Soçî Teherîr El-Şam nemîne.


Hevdem Tirkiye jî Rûsya bi bombebarankirina devera bêçek li Idlibê tometbar dike, tevî ku Rûsya ew yek berî çend rojan red kiribû.


Li gor Rûsya piştî zanyariyên îstixbaratî bidest ketine, niha li Idlibê çekdarên radîkal firokeyên dron amade dikin, daku êrîşî binkeya Hemêmîm a Rûsî li Laziqiyê bikin.


Hevdem li gor Rûsya niha li Idlibê  çekdarên radîkal li gel Kumsipeyan şanoya bikaranîna çekên kîmyayî berhev dikin, daku rewşê careka din li Idlibê tevlîhev bikin, ji bo ew yek bibe sedema êrîşek navdewletî ser Idlibê.


Wezreta Derveya Rûsyayê roja Îna borî hişyarî da, ku Moskow rewşa devera bêçek li Idlibê gelekî ji nêzîk ve dişopîne, herwiha  da xuyanêkirin, ku ji destpêka îsal ve û heta niha çekdarên radîkal ji devera navborî 460 êrîş dijî artêşa hikûmetê pêk anîne, di encam de 30 kes hatine kuştin û 100 kesên din jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst