Kremlîn: Ji bo serdana Putîn a Tirkiyeyê plan tên kirin

26-07-2023
RÛDAW
Nîşan Kremlîn Rûsya Vladimir Putin Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kremlînê ragihand ku ji bo serdana Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn a ji bo Tirkiyeyê planên her du aliyan jî hene lê dema serdanê hîn ne diyar e.

Şêwirmendê Polîtîkaya Derve yê Kremlînê Yuriy Uşakov ji bo serdana Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn a ji bo Tirkiyeyê û hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re daxuyanî de rojnamevanan.

Yuriy Uşakov diyar kir ku eger heye Putîn di meha tebaxê de biçe Tirkiyeyê lê bijardeyên din jî hene.

Uşakov destnîşan kir ku Putîn piştî serkeftina Erdogan a di hilbijartinên serokomariyê de soz dabû ku serdana Tirkiyeyê bike.

Yuriy Uşakov ji bo serdana Putîn aTirkiyeyê wiha got, "Ez dikarim bibêjim ku him aliyê Tirk û him jî aliyê Rûs ji bo serdana Putîn a Tirkiyeyê planên wan hene, lê hêj me li ser dem û dîrokê li hev nekiriye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst