Gerîlayan bi temamî çekên xwe danîn

27-06-2017
RÛDAW
Nîşan FARC Kolombiya Çek Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li  gor peymana digel hikûmeta Kolombiyayê gava sêyemîn a çekdanîna rêxistina FARCê ku temamê radestkirina çekan hebû qediya.

 

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku pêvajoya çekdanîna Hêzên Çekdar ên Şoreşa Kolombiya (FARC) ku di 17ê Adarê de destpêkiribû qediya û rêxistinê hemû çekên xwe radestî Neteweyên Yekbûyî kiriye.

 

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ew çek dên bêne îmhakirin.

 

Serokê Kolombiyayê  Juan Manuel Santos û Serokê FARCê  Rodrigo Londono 24ê Mijdara  2016an peymanek îmze kirin û piştî vê gerîlayên rêxistinê li 26 herêman kom bûn.

 

Li gor bernameya peymanê divabû pêvajo dawiya gulanê biqediya lê hin astengiyên lojîstîk derketin û texîr bû. Dema nû wek 27ê Hezîranê hatibû diyarkirin.

 

 Serokê FARCê Londono 7ê Hezîranê wiha gotibû: "Em careke din qetiyen tundiyê bi kar nayinin. Tekane çeka me dê peyvên me bin. Me soz da emê li ser soza xwe bisekinin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst