Neteweyên Yekbûyî: Li Sûriyê ji bo başkirina jiyana xelkê pêwîstî bi agirbestê heye

30-06-2023
Loloxan
Neteweyên Yekbûyî: Li Sûriyê ji bo başkirina jiyana xelkê pêwîstî bi agirbestê heye
Neteweyên Yekbûyî: Li Sûriyê ji bo başkirina jiyana xelkê pêwîstî bi agirbestê heye
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî careke din li ser mijara Sûriyê civiya. Mijara agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî hatin gotûbêjkirin. Cîgira Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Ji Bo Sûriyê gotiye, pêwîstiya wan bi agirbestekê li ser asta nîştimanî heye ku li gel biryara Civata Ewlekariyê ya jimare 2254 bigunce.

Careke din Civata Ewlekariyê bo Sûriyê civiya. Her du pirsên agirbestê û alîkariyên mirovî rojeva civînê bûn.

Cîgirê nûnerê taybet bo Sûriyê Necat Ruşdî anî ziman, “Pêwîstiya me bi agirbestê li ser asta nîştimanî heye ku li gel biryara Civata Ewlekariyê 2254ê bigunce. Xelkê Sûriyê rûbirûyê krîzeke mirovî ya berdewam dibin, min ev yek ji tîma karê mirovî re vê hefteyê li Cenevê tekez kiribû. Divê pêdiviyên Sûriyan di nav sîstema karê me yê mirovî de be, divê dûrî siyasetê bin.”

Birîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarên mirovî û hawarçûnê jî ji aliyê xwe ve daxwaza dirêjkirina biryara derbasdkirina alîkariyên mirovî bo nav Sûriyê kir ku dê di 11ê Temûza bê de bi dawî bibe.

Birîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên mirovî Martin Griffit jî got, “Rêpêdana bo dema 12 mehan wê derfetê bide me û hevbeşên me ku di mehên bê de em baştirîn encam bi dest bixin, ku ji plankirina karkirinê û damezrandina karmendan û komkirina pereyan bi awayekî sîstematîk bê pêk anîn. Rêpêdana bo dema salekê heta Temûza sala bê wê rê bide bo derbaskirina alîkariyan di zivistana dijwar de, lewra ev kar 6 meh têrê nakin, tenê bi zorê 12 meh têrê dikin.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî, şer li Sûriyê berdewam e, rewşa mirovî roj bi roj xirabtir dibe, plana bersivdana mirovî ya îsal bo Sûriyê bi qasî 5.4 milyar dolar hatiye texmînkirin ku tenê heta niha ji sedî 12 bo wê hatiye dabînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst