Qutkirina alîkariyên Neteweyên Yekbûyî rewşa penaberên Sûriyeyê dijwar kiriye

05-08-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Neteweyên Yekbûyî alîkariya darayî li ser piraniya penaberên Sûriyeyê qut kiriye
Neteweyên Yekbûyî alîkariya darayî li ser piraniya penaberên Sûriyeyê qut kiriye
Nîşan Penaberên Sûriyeyî Neteweyên Yekbûyî Urdin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmkirina alîkariya darayî ya ji bo penaberên Sûriyeyî yên li Urdinê, rewşa wan gelekî zehmet kiriye.

Nûnerê Kommisyona Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), çû serdana penaberên Sûriyeyî yên li Emana paytexta Urdinê û behsa wê rewşê kir.

"Zêdeyî 650 hezar penaberên Sûriyeyî li Urdinê hene"

Nûnerê UNHCRê Theo James got:

“Em çûne Ezreqê, kampa penaberan. Derdora 40 hezar kesî lê hene. Zêdeyî 650 hezar penaberên Sûriyeyî li Urdinê hene. Sedema hebûna me li vê derê kêmbûna peredarkirinê ye. Li gel kêmbûna pereyan, guşareke mezin bi sedema hejmara zêde ya penaberan heye."

Cara ewil em bi Evdilah re axivîn ku ji sala 2013yan ve li Urdinê ye. Keça wî ya 9 salî, tûşî felca mejî bûye. Ew gelekî nexweş û lawaz e lê ji ber kêmbûna peredarkirinê, ew nikarin fatûrayên nexweşxaneyê bidin. Herwiha nikarin heqê xwarina wê jî bidin.”

Nûnerê Kommisyona Karûbarên Penaberan, amaje bi wê yekê dide ku dîtina zarokeke 9 salî ya bêhêvî, tiştekî gelekî derdnak û diltezîn e.

Ji ber ku alîkariya mehane ji 30 dolarî daketiye 20 dolarî ev bêhêvîbûn meztir jî bûye.

Theo James diyar kir ku ew ji ber vê yekê dixwaze alîkariyên ji bo koçber û penaberan bên zêdekirin.

James herwiha banga alîkariyê kir û got:

“Tiştê ku Urdin pê radibe tiştek e ku nayê bawerkirin. Herwiha karê ku Komisyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên penaberan dike jî karekî wisa ye.

Mebesta min 650 hezar penaberên Sûriyeyî yên li Urdunê ne. Ew beşeke mezin in û ji bo koçber û penaberan bi karekî gelekî mezin radibin. Ev yek êdî kêşeyekê ji erkê cîhanî re peyda dike ku pêwîstiya wê bi himbizkirina alîkariyan heye.”

Urdun 650 hezar penaberên Sûriyeyî ku navên wan li Komisyona Penaberan hatine tomarkirin dihewîne lê hejmar ji wê yekê bêhtir e.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ragihandibû ku dê alîkariyên xwarinê yên derdora 50 hezar penaberên Sûriyeyî qut bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst