Balyozê Iraqê ji ber hildana Ala Kurdistanê beşdarî konferansê nebû

30-01-2019
Zinar Şîno
Balyozê Iraqê yê li Holandayê ji ber danîna Ala Kurdistanê beşdarî konferansê nebû
Balyozê Iraqê yê li Holandayê ji ber danîna Ala Kurdistanê beşdarî konferansê nebû
Nîşan Balyozê Iraqê Holanda Ala Kurdistanê
A+ A-

Lahey (Rûdaw) – Balyozê Iraqê yê li Holandayê Hîşam Ilwî ji ber danîna Ala Kurdistanê di nav hola konferansê de, beşdarî Konferansa Hevbeş a Xurek û Çandiniya Navbera Iraq û Holandayê nebû.

 

Li ser beşdarnebûna Balyozê Iraqê yê li Holandayê Hîşam Ilwî di Konferansa Hevbeş a Xurek û Çandiniya Navbera Iraq û Holandayê de, xwediyê kompaniya Petersburg International û rêkxerê konferansê Ebdulqadir Doskî ji Rûdawê re ragihand: “Duh civîna me li gel Balyozê Iraqê yê li Holandayê hebû, me têbîniyên wan bi cih anî, me zêdetir rol da wan weke Balyozxaneya Iraqê li Holandayê, her çiqas roleke wisa nedabûn wan, lê me di hemû mijarên protokolî de rolên zêdetir dan wan, lê wan dixwest bi ti awayî Ala Kurdistanê di konferansê de neyê danîn.”

 

Ebdulqadir Doskî herwiha diyar kir: “Ji ber ku duh ew bûyer li Brukselê li ofîsa Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rûda, me li vir ala xwe dananî daku ti tiştek rûnede, lê îro berê konferansê me li gor protokolê Ala Kurdistanê danî. Lê piştî ku Balyozê Iraqê yê li Holandayê û cîgirê wî hatin nav hola konferansê û dîtin Ala Kurdistanê hatiye danîn, gotin em beşdar nabin.”

 

Li Laheya Holandayê, Konferansa Hevbeş a Xurek û Çandiniya Iraqê û Holandayê birêve diçe. Armanca vê konferansê jî ew e ku Herêma Kurdistanê dixwaze di çandinî û xurekê de ji tecrubeya welatên Ewropayê sûd werbigre. Ev konferans jî ji bo hevahengiya zêdetir e di navbera herdu aliyan de ji bo veguhestina ezmûna Holandayê bo sektora xurek û cotkarên Kurdistanê. Tora Medyayî ya Rûdawê jî sponsora medyayî ya konferansê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst