Di rojeva hilbijartinên Holandayê de penaber hene: Berbijêra Kurd a penaber li pêş e

18-11-2023
RÛDAW
Holenda dê ji bo hilbijartinên giştî yên pêşwext biçe ser sindoqan
Holenda dê ji bo hilbijartinên giştî yên pêşwext biçe ser sindoqan
Nîşan Holanda Hilbijartina Pêşwext Dîlan Yeşîlgoz Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê Holendayê dê ji bo hilbijartinên giştî yên pêşwext, 22yê Çiriya Paşînê biçe ser sindoqan.

Li Holendayê yek ji xalên sereke yên rojeva hilbijartinê, pirsgirêkên penaber û koçberiyê ne.

Di hilbijartinê de, 26 partî ji bo 150 kursiyên parlementoyê hevrikiyê dikin.

Li wî welatî nêzîkî 13 milyon û 300 hezar kes xwedî mafê dengdanê ne.

Di rojeva welatiyan, koçber, partî û siyasetmendaran de jî pirsgirêkên penaberan hene.

Bajarê Ter Apel ê Holendayê bûye sembola krîza koçberiyê.

Hemû kampên penaberan ên li bajêr tijî ne û hinek kes jî li kolanan dimînin.

“Çareseriyek ji pirsgirêkên koçberan re pêwîst e”

Welatiya Holendayê Minnie Breiderê got, “Hêvî dikim ku hikûmeta nû ji bo pirsgirêkên penaberan çareseriyekê bibîne.”

Li vir ji ber ku zêde penaber hene gelek pirsgirêk jî hene. Pêwîst e tiştek were kirin.”

Tê pêşbînîkirin ku bi hilbijartinê re Holenda derbasî serdemeke nû bibe û bi serokwezîreke nû re koalîsyoneke piralî bê avakirin.

Koalîsyona çar alî ya ji partiyên, Partiya Gel a Ji Bo Azadî û Demokrasiyê (VVD), Yekitiya Demokratên Xiristiyan (CDA), Demokrat 66 (D66)  û Partiya Yekitiya Xiristiyanan (CU) pêk tê, ji ber ku li ser mijara penaberan li hev nekiribû belav bûbû.

Dengê partiyên ku li dijî koçberan e zêde dibin

Li gorî rapirsiyan li Holendayê partiyên ku koalîsyon ava kirine, gelek dengê xwe ji dest dane û partiyên ku li hemberî koçberan jî dengê xwe zêde kirine.

Tevî van encaman jî  tê payîn ku Seroka VVDyê Dîlan Yeşîlgoza bi eslê xwe Kurd di hilbijartinan de bi ser bikeve û bibe serokwezîr.

“Ji bo ewlehiya koçberan pêwîstî bi biryareke baş heye”

 Berbijêra Kurd Dîlan Yeşîlgozê got:

“Em bawer dikin ku qanûn û prosedurên me ji yên welatên cîran gelekî guncawtir in. Loma jî gelek kes koçî vir dikin.

Ez jî wekî koçberekê, dibêjim pêwîst e em ji bo ewlehiya koçberan biryareke baş bidin.”

Li gorî hikûmeta Holendayê par zêdetirî 21 hezar û 500 koçber çûne Holendayê û tê pêşbînîkirin ku hejmara koçberan îsal zêdetir bibe.

Serokê Partiya Peymana Civakî ya Nûyê (NSC) Pieter Omtzigt jî wiha got:

“Ev pirsgirêkek e. Pêwîst e qebûlkirina koçberan were sînordarkirin. Ji bo vê jî bi Ewrûpayê re divê koordînasyoneke baş hebe.

Pêkanîna hinek pêşniyariyên ku em dikin zehmet e lê dîsa jî divê em hewl bidin.”

Mark Rutteya ku dema herî dirêj serokatiya Holendayê kiriye, ji ber krîza koçberiyê, 7ê Tîrmeha sala 2023yan ji erkê xwe îstifa kir.

Têkçûna hikûmeta Holandayê ew welat ber bi hilbijartineke pêşwext ve bir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst