Dîlan Yeşîlgoz: Ez kiryarên terorîstî yên Hemasê şermezar dikim

22-10-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlan Yeşîlgoz Holanda Xeze Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Dadê ya Holandayê Dîlan Yeşîlgoz ku bi eslê xwe Kurd e got, “Ez kiryarên terorîstî yên Hemasê şermezar dikim û piştgiriya berxwedana Îsraîlê ya li dijî wan dikim.”

Li Holandayê karmendek û rayedarekî hikûmetê ji bo Xezeyê ji Serokwezîr Mark Ruttere name şand û wan tê de jê xwest ku “Îsraîlê bidin sekinandin û sivîlên bêguneh biparêzin.”

Li gorî nûçeya NOSê, karmendên ku di gelek saziyan de dixebitin, di nav de hin wezaret jî hene, têkildarî nakokiya Îsraîl û Filistînê nameyeke hevpar ji Hikûmeta Holandayê re şandiye.

Wan di nameyê dê bangî hikûmetê kir û got, “Îsraîlê rawestîne, û sivîlên bêguhen biparêze.”

267 karmendên ku nameyê îmze kiriye diyar kir ku ew ji piştgiriya "bêmerc" ya Hikûmeta Holandayê û civaka navneteweyî ya ji Îsraîlê re bi fikar in.

Seroka Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) Wezîra Dad û Ewlehiyê ya Holandayê Dîlan Yeşîlgoz berteke tund da nameyê.

Li gorî nûçeya RTL Nieuws, Dîlan Yeşîlgoz di civîna li Woerdenê de bersiva pirsa yek ji beşdaran da û êrişa Hemasê ya di 7ê Çiriya Pêşîn de li dijî Îsraîlê û êrişa sala 2015an a li Şanoya Bataclan a Parîsê ku di encamê de herî kêm 132 kes hatibûn kuştin, dan ber hev.

Yeşîlgoz got “Wekî karmendekî dibe ku hûn nerîneke we ya taybet hebe û hûn dikarin bi min re nîqaş bikin, lê di dawiyê de serkirdayetiya siyasî xetê diyar dike, ne berevajî.

Wezîra Dad û Ewlehiyê ya Holandayê Dîlan Yeşîlgoz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser mijarê wiha got:

“Ez kiryarên terorîstî yên Hemasê şermezar dikim û piştgiriya berxwedana Îsraîlê ya li dijî wan dikim.

Armanca van kiryarên Hemasê nehiştina Dewleta Îsraîlê ye.

Ev ji çareserkirina nakokiya bingehîn û dilovaniya min ji bo mirovên bêguneh cuda ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst