Ciwanên Kurd bi ala Kurdistanê beşdarî konferansa dîplomatên herî baş bûn

02-10-2023
RÛDAW
Nîşan Konferansa Dîplomatan Ciwanên Kurd Ala Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanên Kurd bi ala Kurdistanê beşdarî Konferansa Dîplomatên Herî Baş a li Dubaiyê hatiye organîzekirin bûn.

Konferansa Navdewletî ya Dîplomatên Herî Baş (The Best Diplomats International Conference) li bajarê Dubaiyê hat lidarxistin.

Konferansa ji aliyê Akademiya Amarîkayê ve hat organîzekirin.

Îsal ji 75 welatan, 150 nûner beşdarî konferansê bûn.

Ciwananên Kurd bi cilên neteweyî û alên Kurdistanê, nûnertiya gelê Kurd kir.

Çalakvan û Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Lenya Cemal ji Rûdawê re got:

“Îsal 8 ciwanên Kurd beşdarî konferansê bûn. Sê ji van jî di komîteya amadekar a konferansê de cih girtin.  Em wekî welatiyên Îraqê di civînê de bûn lê hemû xebatên me Kurdî bûn.

Me bi zimanê Kurdî stran got û me ala Kurdistanê rakir. Me xwest ku em wekî Kurd beşdar bibin. Em rêxistinên bi vî rengî karê lobiyê ji bo Kurdistanê dikin.”

Lenya Cemal diyar kir ku ciwanên Kurd cara yekemîn e di nava koma organîzekirina wê konferansa navneteweyî de cih digirin.

Lenya got, “Ev yek ji serkeftinên herî mezin ên xebatên dîplomatîk ên me ne.”

Konferansa Dîplomatên Herî Baş, her sal li welateke cuda pêk tê.

Konferansa îsal navbera 22-25ê Îlonê li Dubaiyê pêk hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst