Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan diyalogê dixwaze

30-04-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Iraq Selman Cumeylî Pirsgirêk Diyalog
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro yekşembî 30ê Nîsanê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Plandanînê yê Hikûmeta Federal a Iraqê Selman Cumeylî kir û pê reciviya.

 

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê vê civînê de, daxuyaniyek belav kiriye û tê de ragihandiye, di vê civînê de, Wezîrê Plandanînê yê Iraqê Selyman Cumeylî kêfxweşiya xwe li hember serdana ji bo Kurdistanê û lidarxsitina konferensa Geşepêdana Iraqê li bajarê Hewlêrê bi beşdariya nûnerên piraniya wîlayetên Iraqê, Banka Navdewletî, rêxistan UNDP û rêxistinên din ên giêdayî Neteweyên Yekgirtî de nîşan da û di vê çarçoveyê de spasiya hikûmet û Wezareta Plandanînê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

 

Wezîrê Plandanînê yê Iraqê berheviya xwe ji bo hemahengî û hevkariya bi Hewlêrê re û baştirkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û vegerandina bûdceya Herêma Kurdistanê nîşan da.

 

Di heman demê de Cumeylî, pêşwazîkirin û hewandina hejmareke zêde ya koçber û awareyên destê terorê ji aliyê xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bilind nirxand.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî, di civînê de ji bona lidarxistina konferensa Geşepêdana Iraqê li Hewlêr, spasiya Wezareta Pldanînê ya Iraqê kir, û berheviya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona hevahengî û hevkariya di navbera her du aliyan de, nîşan da.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got, ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkên hilawîstiyên xwe yên bi Bexdayê re bi rêya diyalog û danûstandinê çareser bike.

 

Barzanî amaje bi hevkariya navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê jî kir û tekez kir, di warê rûbirûbûn û nehêlana terorê li deverê de jî, têkeliyên baş di navbera pêşmergeyê Kurdistanê û Arteşa Iraqê de hene û hêvî xwest ku di warên din de jî ew têkelî û hevkarî çê bibe.

 

Barzanî bi pêwîst zanî, ku ji bo qonaxa piştî DAIŞê planake saxlem û giştgîr di hemû waran de hebe, daku bawerî ji bo pêkhateyên cudayên Iraqê vegere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst