Nêçîrvan Barzanî: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li gorî destûrê werin çareserkirin

15-11-2023
Nêçîrvan Barzanî û Eric Chevalier / Wêne û Vîdeo: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Eric Chevalier / Wêne û Vîdeo: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Eric Chevalier Hewlêr Bexda Pirsgirêk Çareserî Destûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku “Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li gorî destûrê werin çareserkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê yê Îraqê Eric Chevalier, li Hewlêrê civiyan.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê ya li gorî destûrê sekinî.

Di civîna Barzanî û Chevalier de mijarên wekî “pêşhateyên dawiyê yên di siyaseta Îraqê de, pêwendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa Rojhilata Navîn û hinartina petrola Herêma Kurdistanê” hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî beriya niha hatibû Hewlêrê.

Piştî wî, Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî û şandeya pê re jî vê hefteyê hatin Hewlêrê.

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku ev serdan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê “gavên erênî” ne.

“Herêma Kurdistanê dixwaze pirsgirêkan li gorî destûrê çareser bike”

Nêçîrvan Barzanî herwiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze pirsgirêkên bi Bexdayê re li gorî destûrê çareser bike.

“Divê Îraq nebe beşek ji aloziyan”

Her du aliyan bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn û amaje pê kir ku “Girîng e aramiya Îraqê were parastin. Herwiha divê Îraq nebe beşek ji aloziyan û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî werin parastin.”

Li aliyê din, “Civîna Nêrçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a li Parîsê, pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran re” hinek ji mijarên girîng ên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst