Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêj Hozan Beşîr ragihand ku dibe ku zêdeyî 5 milyon cumhurên wî hebin û piraniya wan jî Tirk in.
Hunermnda û stranbêjê Kurd Hozan Beşîr bû mêvana bernameya ‘Suhbeta Li Hewşê’ ya Rûdawê û behsa kar û xebatên xwe yên muzikê kir.
Stranbêjê Kurd da zanîn ku pêştir navê wî tenê Beşîr bû, lê di bernameya televîzyonekî xwecihî ya Amedê de navê “Hozan” ji aliyê Mehdî Mutlu ve li navî wî hatiye zêde kirin û ji rojê ve navî bûya Hozan Beşîr.
Hozan Beşîr dibêje ji dilê wî çawa bê ew bi wî awayî stranên xwe dibêje û girîngtirîn ciyawazî ew e, wê şêweya wiha kiriye ku xelk ji hunera wî hez bikin.
Beşîr diyar kir ku dema ew konseran saz dike, li pişt wî ti orkestra nîne, bes ew û tembûra xwe hene û heta niha ji gelek bajarên welatên Ewropayê bo sazkirina konseran gazî kirine.
Bi gotina Hozan Beşîr şêwaya muzika wî nêzîkî etnîk jazê ye.
Derbarê stranên distirê jî Hozan Beşîr da zanîn ku ew bi Kurdî, Tirkî û Lazî stranan dibêje û ew zêdeyî hezar stranan dizane ku li ba wî hatine tomarkirin.
Hozan Beşîr eşkere kir ku ew Mihemed Şêxo, Ciwan Haco, Nizamettîn Arîç, Şivan Perwer û Ebas Ehmed weke pêşengê xwe yên Kurd dibîne.
Li ser mijara guhdarvanên xwe jî Hozan Beşîr dibêje nêzîkî 5 milyon cumhurên wî hene û piranî Tirk in, Kurd zêdetir ji stranên şoreşgerî hez dikin, lê bi gotina wî zêdetir giraniya xwe dide ser stranên hunerî.
Hozan Beşîr 21ê Adara 1973 li Amedê hate dinê û Beşa Anestesiyê li Zanîngeha Yuzuncil a Wanê xwendiye û niha li Amedê dijî.



