
Nivîsên Ji aliyê Xalid Hisên ve hatine parve kirin
<p style="text-align: justify;">Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Moskowê ye.<br />Ji meha Tebaxa 2013an ve bi Tora Medyayî ya Rûdawê re kar dike. VT û raporan li ser kar û barên Rûsyayê amade dike. Şehrezayê siyaseta Rûsya derbarê Rojhilata Navîn e.</p><div style="text-align: justify;"> </div>
Xalid Hisên sê caran pirs ji Serokê Rûsya Vladimir Putin kiriye. Di 14ê Nîsana 2016an de, beşdarî kongreya salane ya Putin li Moskowê bû û pirs li ser nerîna Rûsya li gelê Kurdistanê û doza Kurd jê kir. Putin di beşekî bersiva xwe de got: “Ma em dikarin çi li ser gelê Kurd bibêjin, ew miletekî dilêr û merd in.” Herwiha di 19ê Gulana 2016an de, li Soçiyê pirs ji Putin kir li ser pêwendiyên Rûsya li Rojhilata Navîn.
Di roja 25ê Berfanbara 2017an de, pir ji Putin kir li ser pêwendiyên wan bi Herêma Kurdistanê re piştî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê, wî jî di bersivê de got pêwendiyên wan baş in û divê pêwendiyeke asayî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hebe.
Di Tîrmeha 2017an de, hevpeyvînek bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re saz kir. Ew hevpeyvîna ku di 24ê Tîrmehê de belav bû, dengvedaneke pir mezin çêkir, çimkî yekemîn helwesta cîhanê bû ji aliyê yek ji pênc endamên herdemî yên Encûmena Ewlekariya Navdewletî ku helwesteke erênî li hemberî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê nîşan da û li ser giştpirsiyê di beşekî bersiva xwe de got: “Li gor yasayên navdewletî, mafê her gelekî yê destnîşankirina çarenivîsa xwe heye û em rêzê li xwestekên gelê Kurd digirin.”
Herwiha gelek VT û rapor li ser çarenivîsa wan kesên ku ji Rûsyayê tev li DAIŞê bûne û bednewarî û hewldanên kes û karên wan ji bo vegerandina wan kiriye. Herwiha gelek VT li ser hewldanên Rûsyayê ji bo nehîştina radlkalbûn û tundûtûjiyê amade kirine.
Xalid Hisên lîstikên dawî yên Mondyala 2018an li Moskow û bajarên din ên Rûsyayê rûmal kir. Herwiha VT li ser festîval û pêbirkeyên curbicur ên Rûsyayê berhem anîne.
Xalid Hisên di 1ê Gulana 1981ê de li bajarokê Qeladizê ji dayik bûye. Sala 2017an, bawernameya bakaloryosê di ziman û wêjeya Kurdî de li Zanîngeha Silêmaniyê wergirt. Di sala 2006an de, bawernameya masterê di zanista ziman de li Zanîngeha Dostaniya Gelan li Moskowê wergirt. Her li heman zanîngehê, sala 2019an bawernameya doktorayê li ser (Doza Kurd di ragihandina Rûsyayê de) wergirt.
Sala 2003an dest bi karê ragihandinê kir. Di çend kovaran de û kanala Zagros û Kurdistan de kar kir.
Helbestan dinivîse û di sala 2007an de dîwanek bi navê (Evîna te bi dawî nayê) belav kir.














