Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê berhemên cotkarên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê talan dikin.
Çegdarên grûpên opozisyona Sûriyê berhem û dahata cotkarên devera Hêştiya ya ser bi Efrînê ve, ku ji nêzî 24 gundan pêk tê, bi temamî talan dikin.
Li devera Hêştiya, ku ji nêzîkî 24 gundan pêk tê, çekdar bi zorê bacê li ser cotkaran ferz dikin, û di navbera %50 heta ji sedî sed berhemên cotkaran têne talankirin.
Li gorî çavkaniya taybet bi Rûdawê, grûpên çekdar li deverê biryar dane ku cotkar zeyta xwe li malên xwe kom bikin û bêyî destûra wan nefiroşin.
Cotkarên herêmê jî dibêjin ku ev biryar ji bo wê yekê ye ku çekdar berhemên wan yê zeytê ji nav malên wan bidizin.
Li gundê Qujûma çekdar dest datînin ser %50 ji dahata zeviyên xelkê derveyî gund. Herwiha çekdar dest datînin ser %25 ji dahata zeviyên cotyarên li gund dimînin. Ev rêje ji bacê ji bilî %15 ji heqdesta guvaştek û rêjeya Encûmenê Xwecihî ye.
1500 teneke zeyt wekî baca zorane li ser gundê Keferşîlê hatiye ferzkirin. 2000 teneke zeyt wekî baca zorane li ser gundê Maretê hatiye ferzkirin. 1500 teneke zeyt wekî baca zorane li ser gundê Babelîtê hatiye ferzkirin. 500 teneke zeyt wekî baca zorane li ser gundê Satiya hatiye ferzkirin. 500 teneke zeyt wekî baca zorane li ser gundê Mezin hatiye ferzkirin.
Roja pênçşem û înê, çekdaran rê nedan gundiyên Maretê herin nav zeviyên xwe. Çekdar destêwerdanê di çinîna zeytûnên xwarinê û kirîn û firotina wan de dikin û li nav zeviyên zeytûnan digerin û astengiyan li pêş cotyaran derdixin.
Fermandarê bi navê Mutez li gundê Maretê dan bi mohleta Encûmenan nade. Fermandarê navborî ku dest daniye ser mala gundiyekî cotkaran neçar dike ku mohletê ji wî werbigirin.
Li gorî çavkaniya taybet bi Rûdawê, çekdar destêwerdanê di çinîn, kirîn û firotina zeytûnên malê de jî dikin û li nav zeviyan belav dibin û gef û fişaran li cotyaran dikin.
Heman çavkaniyê, da zanîn ku grûpên çekdar li deverê biryar dane ku cotyar zeyta xwe li malên xwe kom bikin û bêyî destûra wan nefiroşin. Cotyarên herêmê jî dibêjin ku ev biryar ji bo wê yekê ye da ku çekdar berhemên cotyaran ji zeytê ji nav malên wan bidizin.



