Moskow (Rûdaw) – Bi hatina demsala zivistanê û sermayê, lîstikên şemitandina ser bozê bûne beşek ji jiyana rojane ya xelkê Moskowê. Niha li Moksowê pileyên germiya hewayê li derdora 15 pileyan jêr sifrê ye.
Akinciyên Moskowê ji hemû temenan, piştî temambûna karên xwe berê xwe didin wan cihên ku lîstikên şemitandina ser bozê li wan deran heye.
Lîstikên şemitandina ser bozê bi pere ye û xelk li gor şiyana xwe ya darayî tîkêtan bo demeke diyarkirî dikirin, pêlavên (solên) taybet li pê xwe dikin ku bi Rûsî jê re dibêjin Kenkî.
Kenkî coreke pêlavê ye, ku perçeke asin li binê vê heye ku tûj e lê tûjîtiya wê li ya kêrê kêmtir e, di dema şemitandinê de ew perçeyê hesin bi qasî çend mîlîmetran diçe nav bozê û di encama xweşemitandina berdewam, boz dibe weke berfê, lewma piştî çend demjimêran bi amûreke taybet careke din berfê dişidînin û dikin bozeke saf û lûs.
Li Rûsya lîstikên xweşemitandinê cara yekem di sala 1812ê de hatiye kirin û ji sala 1889an ve bo yekemîn car pêşbikra fermî ya xweşemitandina ser bozê hatiye lidarxistin.
Lîstikên xweşemitandina ser bozê di olempîkê de bûye lîstikeke sereke ya werzişî û bûye werzişeke cîhanî. Xelk û werzişvanên Rûs şiyan û şarezayiyeke gelek baş di xweşemitandinê de hene û berdewam di rêzên pêşîn ên kêberiyên vê corê werzişê de ne, bi taybet di pêşbirkên semaya ser bozê de.



