کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dê û bavên kesên ku tevlî DAIŞê bûne, li zarokên xwe digerin

Dê û bavên kesên ku tevlî DAIŞê bûne, li zarokên xwe digerin

news

Hezar û 800 jin û zarokên Rûsî di nav DAIŞê de winda bûne

Xalid Hisên

Xalid Hisên

16-12-2018
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Moskowê ye.
Ji meha Tebaxa 2013an ve bi Tora Medyayî ya Rûdawê re kar dike. VT û raporan li ser kar û barên Rûsyayê amade dike. Şehrezayê siyaseta Rûsya derbarê Rojhilata Navîn e.

Xalid Hisên
Xalid Hisên16-12-2018

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Moskowê ye.
Ji meha Tebaxa 2013an ve bi Tora Medyayî ya Rûdawê re kar dike. VT û raporan li ser kar û barên Rûsyayê amade dike. Şehrezayê siyaseta Rûsya derbarê Rojhilata Navîn e.

Nûçeyên Têkildar

Sê fraksiyonên Kurdistanî nexşerêyek pêşkêşî Elî Zeydî kir
ÎRAQ26-11-2026

Sê fraksiyonên Kurdistanî nexşerêyek pêşkêşî Elî Zeydî kir

Seed Meen: Ti neyeta pevçûnê nîne û deriyên sînor dikarin bi hevbeşî werin birêvebirin
ÎRAQ26-11-2026

Seed Meen: Ti neyeta pevçûnê nîne û deriyên sînor dikarin bi hevbeşî werin birêvebirin

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê
Kurdistan26-11-2026

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê

Moskow (Rûdaw) – Li gor amarên Komeleya Dayîkê Rûsyayê, zêdetirî hezar û 800 jin û zarokên Rûsî winda ne, ku berî niha çûne nav DAIŞê.

Dayîka bi navê Marîna Paylove ya Rûsî, keça wê li zanîngehê bi çend keçên Misilman re hevaltî kiriye û di demsala havînê de li gel hevalên xwe ji bo betlaneyê çûne Tirkiyê, bi rêya wan keçan hatiye xapandin û ji sala 2015an ve li Sûriyê tevlî rêzên DAIŞê bûye.

Marîna Paylove dibêje ku ew bi xwe Mesîhî ne û ji dûr û nêz ve peywendiya wan bi ola Îslamê re nebûye, keça wê jî heta nizanibûye Îslam çi ye, lewma wisa bawer dike ku ew bi fêl birine wê derê û neçar kirine ku bimîne.

Paylove ji Rûdawê re ragihand: “Dema keça min çû Tirkiyê êdî jê agahî nehat. Piştî mehekê telefon kir û got ku li Sûriyê ye. Dema ew çû temenê wê 19 salî bû, niha temenê wê 22 salî ye. Herî dawî di destpêka Tîrmeha 2017an de telefon kir û got ez li Mûsilê me. Keça min salekê li Reqayê jiyabû, li wir bi awayekî berdewam hewla revê dabû, ji ber ku ew der ne ew cih bû ku jê re soz dabûn, keça min ji zaroktiyê ve astengdar bû, wan ew xapandibû ku dibin tedawî dikin.”

Paylove derbarê vegerandina jinên Rûsî yên di nav DAIŞê de beşdarî gotûbêjeke vekirî dibin û li gel çend kesên peywendîdar diaxive. Çendîn dê û bav jî amade ne ku keç û kurên wan tevlî DAIŞê bûne û niha winda ne. Her yek ji wan çîroka jidestdana keç û kurê xwe dikin û dê û bavên din didin girînê.

Serokê Komeleya Dayîkên Rûsyayê Hayde Saratov dibêje: “Me bersiveke dilxweşker ji Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Mixail Aleksandrov Fidotov wergirtiye ku di vê pirsgirêkê de alîkariya me bike. Herwiha Birîkarê Desteya Mafên Mirovan a Rûsyayê Tatyana Nikolayevna û çend rêxistinên din alîkariya me dikin. Em bi asayişa Rûsyayê re di peywendiyê de ne û gelek hêviya me heye ku ew jî xebata me fêm dikin.”

Li gor amarên Komeleya Dayîkê Rûsyayê, zêdetirî hezar û 800 jin û zarokên Rûsî winda ne, ku berî niha çûne nav DAIŞê, beşek ji wan hatine kuştin û beşek di zindanan de ne û beşeke din jî di kampan de dijîn.

Ji bo malbatên kesên ku tevlî DAIŞê bûne, vîze nayê dayîn ku li Iraq û Sûriyê li zarokên xwe bigerin, ew dibêjin ti alî weke pêwîst alîkariya wan nakin, tevî vê yekê jî ew her roj hewl didin ku rêyekê bibînin daku zarokên xwe vegerînin.

Pirsên