Hewlêr (Rûdaw) – Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO) amarên enflasyona meha Çiriya Pêşînê ya Stenbolê eşkere kirin.
Li gorî amarên Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO), li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê enflasyona meha Çiriya Pêşînê ji sedî 3,69 e û ya salane jî gihîştiye ji sedî 72,73yan.
Li gor amarên Debara Mûçexwiran a Stenbolê, enflasyona meha Çiriya Pêşînê ji sedî 3,69 e û li gorî amarên Bihayên Kelûpelên Bikom ji sedî 3,53 ye.
Herwiha li gorî amarên Debara Mûçexwiran a Stenbolê enflasyona salane gihîştiye ji sedî 72,73an û li gorî amarên Bihayên Kelûpelên Bikom enflasyona salane ji sedî 64,04 e.
Li Stenbolê di meha Çiriya Pêşînê de herî zêde bi rêjeya ji sedî 15,33 bihayê cilûbergan zêde bûye.
Bihayê veguhestin û ragihandinê jî ji sedî 2,33 daketiye.
Herwiha enflasyona xorakê ya mehane jî ji sedî 5,22 ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse