Bihayê petrola brent bi ser 68 dolaran ket

02-09-2025
RÛDAW
Nîşan Petrol Şerê Rûsya û Ukraynayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber tundbûna şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, vê sibehê bihayê petrolê bilind bû.

Metirsiyên li ser qutbûna dabînkirina petrolê, bihayê petrola brent 40 sentan bilind kir û bermîleke wê bi 68 dolar û 55 sentan tê firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî zêdetirî dolarekê bilind bû û bi 65 dolar û 6 sentan tê firotin.

Li gorî texmînan, êrişên dronan ên Ukraynayê yên di rojên dawî de bûne sedema rawestandina rojane 1,1 milyon bermîl petrola Rûsyayê.

Destpêka vê hefteyê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku planên wan hene êrişên xwe yên li ser saziyên petrolê yên Rûsyayê tundtir bikin.

Di ser şerê Rûsya û Ukraynayê re 3 sal û 6 meh derbas dibin, Rûsya sazî û dezgehên enerjiyê û veguhastina petrolê yên Ukraynayê dike hedef û Ukrayna jî bîr û xetên boriyan ên petrolê yên Rûsyayê dike hedef.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst