Hewlêr (Rûdaw) - Îhtimala agirbesta li Ukraynayê û vegera petrola Rûsyayê ya li nav bazarê, îro zexta li ser bihayên petrolê zêde kir.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur, vê sibehê piştî vebûna bazarên Asyayê 24 sentan daket û her bermîlek bi 62 dolar û 42 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 25 sentan daket û bermîl bi 57 dolar û 91 sentan hat firotin.
Petrol hefteya borî ji sedî 3 erzan bû û bazirganên petrolê îhtimala agirbesta li Ukraynayê vê carê cidî wergirtiye.
Bihayê petrolê di astên herî nizm ên meha borî de seyra xwe didomîne.
"Zextên Trump bandorê dikin"
Şîrovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser mijarê ragihand, zextên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser Ukraynayê yên ji bo qebûlkirina agirbest û mercên wê, bihayê petrolê bi temamî daxistiye.
Agirbesta li Ukraynayê dikare rê li ber petrola Rûsyayê veke ku wekî duyemîn hilberînerê herî mezin ê petrolê yê cîhanê tê naskirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse