Hewlêr (Rûdaw) - Di dan û standinên bazara Asyayê de, bi vegera bazirganên Amerîkî re dolar piştî serdemeke kêmbûna bihayan ji nû ve biha bû.
Endeksa dolar ji sedî 0,2 zêde bû û derket 97,873yan, ev jî piştî ku roja duşemê daketibû asta herî nizm a mehê tîrmehê ve.
Analîstên DBSyê amaje bi wê yekê kir ku tevî nakokiyên dawî yên li ser kiryarên Serok Trump ên li dijî Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) jî li bazaran hêviyeke erênî heye.
Metirsiyên li ser serxwebûna FEDê û tirsa kêmkirina faîzê ya ku tê çaverêkirin zextê li dolar dikin.
Her wiha tê payîn ku metirsiyên li ser polîtîkayên aborî û daneyên wekî bazara kar û çalakiya pîşesaziyê di rojên pêş de zêdetir bandorê li bihayê pereyan bikin.
Lê li aliyê din, bazaran hêviya xwe ya ji bo kêmkirina faîzê ya di meha îlonê de winda nekiriye.
Seroka FEDê San Franciscoyê Mary Daly jî amaje pê kir ku li bazara kar lawaziyek heye, ev jî hêviya kêmkirina faîzê xurtir dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse