Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daneyên Konfederasyona Esnaf û Pîşekarên Tirkiyeyê (TESK), îsal hejmara kargehên hatine vekirin ji sedî 14,8 zêde bûye.
Her roj 872 dikan hatine vekirin û 312 dikan jî hatine girtin. Hejmara esnafan jî nêzîkî sînorê 2,3 milyonan bûye.
Esnaf û pîşekarên ku stûna movikê ya pişta aboriyê ne, tevî şert û mercên makro aborî yên dijwar ên sala 2025an, mezinbûna xwe didomînin.
Statîstîkên dawî yên ku ji aliyê TESKê ve hatine eşkerekirin, nîşan didin ku di heyama kanûna paşîn-çiriya paşîn de esnafan li şûna girtina kargehan, berê xwe daye daliqandina tabeleyên nû.
Hejmara kargehan zêde bû
Hejmara kargehên ku di heyama 11 mehên salê de hatine vekirin, ji 250 hezar û 742yan ku di heman heyama par de bû, derketiye 287 hezar û 867an.
Meha herî bi tevger a salê bi 29 hezar û 184 vekirinan meha kanûna paşîn bû, meha herî kem jî meha hezîranê (22 hezar û 286) bû.
Tevî bendewariyên tengbûna aborî, hejmara kargehên hatine girtin li gorî par tenê ji sedî 0,06 zêde bûye û gihîştiye 103 hezar û 176an.
Di meha çiriya paşîn de hinekî hêdîbûn çêbû
Li gorî nûçeya Ekonomimê, daneyên meha çiriya paşîn, berevajî trenda giştî ya salane, nîşan didin ku hinekî hêdîbûnek heye.
Hejmara kargehên vekirî li gorî çiriya paşîna par ji sedî 3,27 kêm bûye û daketiye 24 hezar û 646an.
Hejmara kargehên girtî bi ji sedî 0,96 kêmkirinê wekî 9 hezar û 976an pêk hatiye û di bin sînorê psîkolojîk ê 10 hezaran de maye.
Rontgena "esnafan" a Tirkiyeyê
Di dawiya meha çiriya paşîna 2025an de tabloya rojane ya esnafên Tirkiyeyê wiha ye:
- Hejmara Giştî ya Esnafan: 2 milyon û 287 hezar
- Hejmara Giştî ya Kargehan: 2 milyon û 553 hezar
Rêjeya li Gorî Nifûsê: Ji sedî 2,67 (Ji her 100 welatiyan hema hema 3 kes esnaf in)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse