Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onsa zîv 30 sentên din bilind bû û gihişt 72,29 dolaran. Kîloya wê jî bi 2 hezar û 324 dolaran e.
Îro berê sibehê, zîv gihiştibû 72,54 dolaran jî ku ev di dîrokê de asta herî bilind a bihayê wê ye.
Ev çar roj in li ser hev zîv di bilindbûna bihayê xwe de rekorê tomar dike.
Tenê di hefteya borî de, bihayê her onsa zîv nêzîkî 7 dolaran bilind bûye; di meha borî de jî 23 dolar zêde bûye.
Zîv her wiha ji sersalê ve ji sedî 150 bilind bûye.
Bandora Venzûelayê
Ev bilindbûn piştî wê yekê tê ku Washingtonê li dijî tankerên petrolê yên Venzûelayê rêkarên tund girtin ber û Kompanyaya Petrolê ya Niştimanî ya Venzûelayê jî rûbirûyî êrişeke sîber bû.
Van bêaramiyan wiha kiriye ku veberhêner berê xwe bidin kirîna zîv.
Daxuyaniyên FEDê
Li aliyê din, daxuyaniyên Endamê Encûmena Birêvebir a Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) Christopher Waller, bandoreke erênî li ser bazarê çêkiriye.
Waller amaje bi wê yekê kiriye ku derfeta banka wan zêdetir e ji bo sivikkirina siyaseta diravî.
Vê yekê wiha kiriye ku bazirgan pêşbînî bikin ku sala bê bank du caran rêjeya faîzê kêm bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse