Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro zêdetir daket û sedema sereke ya daketinê kêmbûna aloziyên navbera Amerîka û Îranê ye.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro 39 sentan daket û bermîl bi 65 dolar û 91 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 31 sentan daket û bermîl bi 61 dolar û 83 sentan hat firotin.
Daxuyaniya Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh piştrast kir ku Îran û Amerîka mijûlî dan û standinan in, piştî vê bihayê petrolê ji sedî 4 daket.
Priyanka Sachdevaya şîrovekara Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Phillip Novayê li ser mijarê got:
"Bilindbûna bihayê petrolê ya hefteya borî ji ber hesta metirsiya şerê navbera Îran û Amerîkayê bû.
Ji ber ku alozî kêm bûne, petrol jî erzan bûye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse