Bihayê zêr ji nişka ve daket: Onsek ji 5,600 dolarî daket 4,894 dolaran

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Kevin Warsh Banka Navendî ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Bihayê zêr roja doh di roja dawî ya dan û standinan de, piştî ku gihîştibû asta xwe ya herî bilind û nêzîkî 5 hezar û 600 dolarî bûbû, ji nişka ve herifî.

Ev yek di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, Parêzgarê berê yê Banka Navendî ya Amerîkayê Kevin Warsh berbijêr kiriye da ku posta Serokatiya Banka Navendî ya Amerîkayê werbigire û şûna Jerome Powellê serokê niha yê bankê bigire.

Bihayê zêr roja înê bi rêjeya ji sedî 9 daket û di demên dawî yên bazarê de onseke zêr bi 4 hezar û 894 dolarî hat firotin.

Bihayê zêr berî wê astê heta 4 hezar û 687 dolarî jî daketibû lê di demjimêrên dawî yên girtina bazarê de hinekî xwe rast kir.

Daketina bihayê zêr piştî wê yekê dest pê kir ku Donald Trump berbijêriya Warsh ragihand lê daketina bihayê zêr ji ber proseya komkirina qezencê leztir bû, paşê bilindbûna qîmetê dolarî jî alîkariya zêdetir a daketina bihayê zêr kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst