Bihayê zêr bi awayekî berçav daket: Sedem çi ye?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zêr û Pere Forex Banka Navendî ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr li bazarên cîhanî bi awayekî berçav daket. Pisporekî qadê diyar dike ku bazara Forexê rûbirûyê "herifîneke mezin" bûye.

Li gorî amarên herî nû yên borsaya cîhanê doh êvarî onseke zêr bi 4 hezar û 843 dolarî hat firotin.

Her wiha li Herêma Kurdistanê jî heta demjimêr 10:40î, misqalek zêrê eyar 21 bi milyonek û 84 hezar dînarî hat firotin.

Pisporê bazara zêr Hecî Sed Celal ji Rûdawê re got, "Tiştê ku niha diqewime cureyekî herifîna bihayê ya li bazara Forexê ye. Vê yekê wiha kiriye ku bazar bi vî rengî dakeve."

Hecî Sed hişyarî da bazirganên navxwe û yên cîhanî ku di vê rewşê de "bi baldarî" tevbigerin û got:

"Pêwîst e bazirgan baldar bin û ji şiyana xwe zêdetir dan û standinan nekin çimkî bazar ne zelal e.

Ez daxwaz dikim ku heta rewş zelal dibe kes ji şiyana xwe zêdetir nekeve nav kirîn û firotina zêr."

Li gorî şiroveya wî pisporî, ev daketin ducarebûna senaryoya meha hezîrana par e.

Sed Celal di berdewamiyê jî de got, "Eger biha 9 hefteyan bi awayekî berdewam bilind bibe, divê ji bo hevsengkirina bazarê daketineke mezin çêbibe."

Pisporê aboriyê her wiha pêşbînî kir ku ev rewş dê çend rojan bikişîne heta ku bazar ducare aram bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst