Pispor pêşbînî dikin: Bitcoin dê bigihêje 135 hezar dolaran

04-10-2025
RÛDAW
Nîşan Bitcoin Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê Bitcoinê di bihabûnê de berdewam e û careke din nêzîkî asta xwe ya herî bilind a dîrokî bû.

Îro, her coineke Bitcoinê bi 122 hezar û 385 dolarî ye. Doh bi şev, Bitcoinê asta 123 hezar û 860 dolarî jî tomar kiribû.

Di nava hefteyekê de bihayê her coineke Bitcoinê 13 hezar dolar zêde bûye.

Sedema bihabûna Bitcoinê hatina meha çiriya pêşîne e; veberhênerên pereyên krîpto vê mehê wekî "Uptober" bi nav dikin, ku ji peyvên "up" (jor) û "October" (çiriya pêşîn) ên Îngilîzî pêk tê.

Bi gelemperî, salane di vê mehê de bihayê Bitcoin û pereyên din ên krîpto biha dibin.

"Dibe ku bigihêje 135 hezar dolarî"

Birêvebirê Beşa Lêkolînên Heyînên Dîjîtal a Banka Standard Charteredê Jeff Kendrick dibêje, tê payîn ku bihayê Bitcoinê di hefteya bê de bigihêje asta herî bilind û dibe ku hîn zêdetir biha bibe û bigihêje 135 hezar dolarî.

Kendrick tekezî li ser wê yekê kir ku sedem bibandor in û got, "Girtina deryên hikûmeta Amerîkayê vê carê girîng e."

Wî her wiha got: "Di dema girtina hikûmetê ya berê ya di serdema Trump de (22yê Kanûna Pêşîn a 2018an heta 25ê Kanûna Paşîn a 2019an), Bitcoin li cihekî cuda bû, loma bandoreke wê ya kêm hebû.

Lê îsal, Bitcoin li gel 'metirsiyên hikûmeta Amerîkayê' tê kirîn û firotin."

Kendrick her wiha gotm "Di demên dawî de 58 milyar dolar sermaye ketiye nav Bitcoinê, ku 23 milyar dolar ji wê di sala 2025an de bûye.

Ez pêşbînî dikim ku heta dawiya îsal, herî kêm 20 milyar dolarên din sermaye bikeve nav vî pereyî.

Ev jî wiha dike ku bihayê 200 hezar dolarî ji bo her coineke Bitcoinê di dawiya îsal de, îhtimaleke vekirî be."

Berevajî Bitcoinê, bihayê Ethereumê ku duyem pereyê krîpto yê herî mezin ê cîhanê ye, li dora 4500 dolarî de rawestiyaye û niha bi 4 hezar û 485 dolarî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst