Soza Trump Bitcoin firand

10-11-2025
RÛDAW
Nîşan Bitcoin Donald Trump Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê Bitcoinê 1600 dolarî bilind bû û gihişt zêdetirî 106 hezar û 300 dolarî.

Di hefteya borî de ev cara sêyemîn e ku bihayê Bitcoinê 104 hezar dolaran derbas dike.

Ev bilindbûn piştî sozeke balkêş a Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku li ser hesabê xwe yê Truth Socialê ragihandibû, gelek Amerîkayî, ji bilî kesên xwedî dahata bilind, dê her kes herî kêm 2,000 dolaran wekî pişka qezenca gumrikan wergire.

Veberhênerên pereyên dîjîtal di wê gumanê de ne ku beşek ji wî pereyî dê ji bo kirîna Bitcoin û pereyên din ên dîjîtal were bikaranîn, ji ber vê yekê jî gelek pereyên krîpto piştî soza Trump biha bûn.

Soza Trump piştî wê yekê hat ku wî wan gumrikên ku di dema serokatiya xwe ya niha de bi ser gelek welatan de sepandibûn diparastin.

Dadgeha Bilind a Amerîkayê jî li ser yasayîbûna wan gumrikan lêkolînê dike.

Ev ne cara yekem e ku Trump pereyan li xelkê Amerîkayê belav dike.

Wî berê jî 2020î û di dema belavbûna vîrusa Koronayê û qedexeya hatin û çûyînê de, wekî pakêteke alîkariyê 1200 dolar dabû her welatiyê Amerîkayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst