Moskow (Rûdaw) – Kompanya Rosneftê ragihand, ku di yekemîn çarika îsal de deranîna ezmûnî ya kanzaya Becîl a Herêma Kurdistanê de dest pê kiriye.
Serokê Kompanya Rosneftê ya Rûsî Igor Sechin li Sant Peterbûrgê, di civîna salane ya rayedarên kompanyayê de ragihand ku wan plan kiriye sala 2019an li Başûrê Kurdistanê dest bi cîbicîkirina bernameya lêgerînên jeolojiyê bikin.
Igor Sechin got: "Rosneft li ser cîbicîkirina projeya xebitandina kanzayên Kurdistana Îraqê li Rojhilata Navîn berdewam e. Me plan kiriye, ji bo dabînkirina proseya derxistina petrolê, dest bi pêkanîna bernameyê karê lêgerinên jeolojiyê bikin. Di yekemîn çarika sala 2019an me êdî li 11emîn bloka kanzaya Bîcîl dest bi deranîna ezmûnî kiriye."
Rosneft û hikûmeta Herêma Kurdistanê di salên 2017-2018an li ser hevkariya di warên lêgerîn û deranîna karbohîdratê de çend peyman îmze kirine, ku di nava wan de peymana dabeşkirina berhemên pênc blokên Başûrê Kurdistanê yên wek: Batil, Zawite, Qesrok, Herîr-Becil û Daretû.
Kompanya Rosneft a Rûsî operatora wan projeyan e ku para wê di peymanên dabeşkirina berheman de ji sedî 80ê ye. Rosneftê sala 2018ê li kanzayên Başûrê Kurdistanê dest bi lêgerînên jeolojîk kiriye û plan dike ku di sala 2019an jî lêkolînên sismîk û kolandina bîrên lêgerînê yên keşfê bike.
Rosneftê berê ragihandibû ku eger encam serkeftî bin, ew dê sala 2021an dest bi deranîna petrolê di asta pîşesaziyê de bikin.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse