ERDEXAN – Xwendekar ji ber bihabûnê derketin qadan

08-05-2024
Protestoya li Erdexanê / Wêne/ANKA
Protestoya li Erdexanê / Wêne/ANKA
Nîşan Erdexan Xwendekar Bihabûn Protesto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê xwendekarên zanîngehê daketin qadan.

Xwendekar ji ber bihayê bîletên veguhastinê yên ku ji 20 lîreyî bi carekê bûn 40 lîre protestoyan dikin.

“Em êdî nikarin biçin heta nava bajêr”

Xwendekarekê li ser bihayê zêde got:

“Bîlet ji 20 lîreyî kirin 40 lîre, em êdî nikarin biçin heta nava bajêr jî.

Ji ber wê em nerazîbûnên xwe tînin ziman. Heta dawiyê em dê li pey doza xwe bin.”

Nûnerên xwedekaran ji bo daxwazên xwe ji rayedaran re ragihînin bi Serokê Şareriyê û rêveberê veguhastinê yê bajêr re hevdîtin kirine lê heta niha daxwazên wan nehatine bicihanîn.

“Werin vir û vê pirsê çareser bikin”

Xwendekarekî din jî bangî rayedaran kir û got:

“Em li vir mexdûr in bi hezaran xwendekar rojane li vir pereyekî zêde didin dolmîşan û em ji vê yekê bêzar bûne.

Em ji rayedaran dixwazin ku bên vir û vê pirsê çareser bikin.”

Li Erdexanê 6 hezar û 504 xwendakerên zanîngehê hene û bihabûna bîletên veguhestinê wan tevan eleqeder dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst