Tirkiyeyê di bazirganiya derve de çiqas zerer kir?

13-05-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bazirganiye Derve Banka Navendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Banka Navendî ya Tirkiyeyê, meha Adara 2024an Balansa Kirîn û Firotina Derve ya Tirkiyeyê 4,544 milyar dolar kêm derket.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê amarên meha Adarê yên Balansa Kirîn û Firotina Derve ya Tirkiyeyê eşkere kirin.

Li gorî amaran meha Adarê, kirîna Tirkiyeyê ya ji derve li gorî firotinê 4,544 milyar dolaran zêdetir bûye û Tirkiyeyê di bazirganiya derve de zerer kiriye.

Zerera herî mezin a Tirkiyeyê ji ber kirîna berhemên enerjiyê ye.

Dema kirîna enerjî û zêr neyê hesabkirin Tirkiyeyê di bazirganiya derve de 782 milyon dolar kar kiriye.

Herwiha rezervên fermî yên Tirkiyeyê meha Adarê 10 milyar û 281 milyon dolar kêm bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst