AMED – Zebeşek bi 500 lîreyî ye!

30-04-2024
Nîşan Amed Zebeş Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê zebeşekî ku giranî wî 10 kîlo ye bi 500 lîreyî tê firotin.

Bihabûna demên dawiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pişt li xelkê şikandiye.

Herî dawiyê zebeş jî ket nav karwanê tiştên ku xelk nikare bikire.

Ji ber ku hîn dema zebeşên Amedê nehatiye, zebeşên ku ji derve hatine kirîn li sûk û bazarên Amedê tên firotin.

Niha kîloya zebeş bi 50 lîreyî ye û gelek kes nikarin zebeşekî bikirin çimkî bihayê zebeşekî 10 kîloyî dibe 500 lîre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst