Hewlêr (Rûdaw) – Ajeldarê hewlêrî yê ni navê Selman Bîrokeyî bi cotkirina nêriya pezkovî û bizna merez û ya malezî, kariye nifşeke nû yê pezkoviyan berhem bîne. Şêwe û taybetmendiyên vê pezkoviyê cuda ne û ji ber ciwaniya wan nirxê wan jî 5 caran ji biznê merez û yê malezî zêdetir e.
Taybetmendiyên vê curê nû yê pezkoviyan ew e, ku mîna pezkoviyên din gir û bilind in, herwiha kêm dixwin û li hember serma û nexweşiyan jî liberxwe didin.
Selman Bîrokeyî ajeldarekî pêşketî yê bajarê Hewlêrê ye. Ev 15 sal e pezkoviyan û biznên merez û yên malezî tevlîhev dike. Niha 360 ser pezkoviyên wî hene.
Selman Bîrokeyî dibêje; “Min du nêriyên pezkoviyan peyda kir. Yek ji wan ê herêma Barzanê bû, yê din jî yê ewropî bû. Min ew ligel pezên melez cot kirin.”
Di encama van cotkirinan de nevîçîçirkên bizna merez, bi ti awayî ji pezkoviyan nayên cudakirin. Selman Bîrokeyî dibêje; “Niha pezkoviyên min ji pezkoviyên çiyayan ciwantir in.”
Li gor lêkolînên zanîstî di dema li hev cotkirina du ajelên cuda yên ji heman famîlyayê de, neviyên yekemîn ji sedî 50 taybetmendiyên nêriyê werdigrin. Di cara duyemîn de nevî ji sedî 75 dibe mîna nêriyê, cara sêyem ev rêje dibe ji sedî 87 û cara çaremîn jî digihe ji sedî 93yan.
Bîrokeyî dibêje; “Di cotkirina sêyemîn a nêriya kovî û bizna merez de karikek pir ciwan dizê. Lê di cotkirina cara çaremîn de karikek bi temamî nêzîkî yê kovî dizê, eger pir ne pispor bî nikarî vê biznê li gel pezkoviyan ji hev cuda bikî.”
Li gorî gotina Selman Bîrokeyî di dema cotkirina nêriyê pezkovî û bizna merez de, ji 100 pezan 60 karikên kovî derdikeve. Herwiha di cotkirina nêriyê pezkovî û bizna malezî de jî ji sed pezan 90 karik dibin yê kovî.
Bizna merez bi resen bizna Kurdistanê ye û li herêmên çiyayî û zozanan tê xwedîkirin. Ev cure bizinan berawirdê biznên asayî biçûk in. Giraniya wan di navbera 30 heta 35 kîloyan de ye. Her çend goştê wê ne buha be jî xwediyê mûyekî pir baş e.
Selman Bîrokeyî dide zanîn ku nirxê bizna merez di bazar de 350 hezar dînar e (275 dolar) lê bizna kovî milyonek dînar (787 dolar) e. Herwiha eger ciwan jî be heta 2 milyon û 500 hezar dînaran jî (Hezar û 900 dolar)tê firotin.
Ji ber li Kurdistanê daxwazek zêde ji bo van curên pezkoviyan heye, di çend salên dawiyê de hejmarek ajeldaran di kêlgehên xwe de pezkoviyan xwedî dikin.
Mesûd Mihemed yek ji wan ajeldaran e ku ev 4 sal in ajelên bi bask û dewaran xwedî dike, herwiha pezkovî û biznên merez û melezî cot dike.
Lê pirsgirêkên Mesûd Mihemed li gel nêriyên pezkoviyan heye û dibêje; “Bezkovî di germaya Hewlêrê de najîn. Divê mirov cihê jiyana wan hênik bike. Herwiha li gor xwezaya xwe ew di navbera mehên Çile û Sibatê de cot dibin lê bizinên din di hema Tîrmeh û Tebaxê de cot dibin. Divê mirov heta wê demê biznên xwe ji nêriyan dûr bigre. Dema dizên şîrê wan kêm dibe û tenê têra karikan dike.”
Mihemed diyar dike bi tevê vê yekê jî di neviyê yekemîn de guhertinên berçav tên dîtin. Weke mînak giraniya wan ji sedî 30 zêdetir dibe û goştê wan jî pir xweştir e. Herwiha ew dikarin xwe li hember serma, germa û nexweşiyan jî rabigrin.
Serokê beşa Samanên Ajalan li Koleja Çandinî yê Zanîngeha Selahadînê Dr. Yûsif Berzencî jî dibêje beriya xwedankirina van curên pez û bizinan divê lêkolînên zanîstî bên kirin da ku bikarin zêdetir sûdê ji wan werbigrin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse