Hewlêr (Rûdaw) - Pezkoviyên Çiyayên Şirnexa Bakurê Kurdistanê careke din bûne armanca guleyên cerdevanan.
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ragihand ku li gundên Biliga û Cilbiyayê yên Silopiyayê û gundê Segirkê yê Qilabanê, cerdevanan bi çekên xwe 36 pezkovî kuştine.
Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Tahîr Cîn ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku ev ajel di demsala zayîn û cotbûnê de hatine kuştin.
Cîn bangî aliyên pêwendîdar kir ku li hemberî kesên çekên dewletê li dijî pezkoviyan bi kar tînin û xwezayê qir dikin, demildest dest bi lêpirsînê bikin.
"Divê demildest bên desteserkirin"
Tahîr Cîn diyar kir ku hejmara pezkoviyên hatine kuştin metirsîdar e û got:
"Mixabin 36 pezkovî di rojekê de hatine kuştin û ev ne hejmareke kêm e. Demsala zivistanê demsala cotbûn û zêdebûna wan e.
Ev ajel di demekî wiha de hatine kuştin ku metirsiyê li ser hebûna wan çêdike.
Em bangî Parêzgariya Şirnexê û hêzên ewlehiyê dikin pêwîst e ku ev cerdevanên êrişî xwezayê û pezkoviyan dikin demildest bên cezakirin."
"Pezkovî di çanda Kurdan de pîroz in"
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê jî qirkirina pezkoviyan bir rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.
Aslanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku pezkovî di çanda Kurdan de pîroz in û kuştina wan ne nêçîrvanî ye, tawan e û wiha axivî:
"Kuştina pezkoviyan wekî ku niha li Cûdiyê tê kirin, beşeke wan êrişên giştî yên li cografyaya Kurdistanê li dijî zîndewer û pîroziyên me ne.
Pezkovî cureyek e ku di bi parastinê de ne û nabe nêçîra wan bê kirin.
Kesên pêwendiya wan bi hêzên ewlehiyê ve heye rasterast li dijî xwezayê bi awayekî organîze tawanan dikin û ev yek eşkere ye.
Ez ji vê derê bangî Parêzgariya Şirnexê, Wezareta Çandinî û Daristanan û saziyên pêwendîdar dikim ku lêpirsîneke şefaf û serbixwe bi rê ve bibin."
Li gorî yasayên Tirkiyeyê, nêçîra pezkoviyan qedexe ye û cezayên giran ên pereyan li kesên ku wî tawanî dikin tên birîn.
Lê ji ber ku li Şirnexê piraniya deveran "herêmên operasyonê" ne, cerdevan bêyî ku guh bidin yasayan tevdigerin û li gorî çavkaniyên xwecihî "gelek caran bi erêkirin û çavniqandina hêzên ewlehiyê berdewam pezkoviyan dikujin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse