COLEMÊRG - Pezkoviyek kuşt, nêzîkî milyonek lîre ceza xwar

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Pezkovî Nêçîrvan Nêçîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî ku pezkoviyeke di bin parastinê de nêçîr kiribû, ji aliyê tîmên Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî (DKMP) ve hat girtin.

Li wî nêçîrvanî cezayê pereyan û tezmînateke rekor hat birîn.

Tîmên Birêvebiriya Giştî ya DKMPyê di çarçoveya çalakiyên parastin û kontrolê yên li deverên çiyayî de, nêçîrvanek li gel pezkoviya ku wî nêçîr kiribû girt.

956 hezar û 619 lîre ceza

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Giştî ya DKMPyê, ji ber vê kiryarê li nêçîrvan bi giştî 956 hezar û 619 lîre (nêzîkî 27 hezar dolar) cezayê îdarî û tezmînat hat birîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Tîmên me yên ku li deverên çiyayî yên Colemêrgê xebatên parastin û kontrolê dimeşînin, kesekî bi pezkoviyeke nêçîrkirî re girt.

Li gorî mevzuata pêwendîdar, bi giştî 956 hezar û 619 lîre cezayê pereyan û tezmînat li wî kesî hat sepandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dilawerê Zengî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Dilawerê Zengî: Li Rojavayê Kurdistanê xewna Xanî û Cizîrî pêk hatiye

Nivîskar Dilawerê Zengî ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî derbasî qonaxeke dîrokî bûye û xewna helbestvanên mezin ên Kurd pêk hatiye