Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Petrolê ya Iraqê hinardeya petrolê ji başûrê welatê xwe zêde kiriye bo 3 milyon û 550 hezar bermîl petrol. Herêma Kurdistanê jî rojane 420 hezar bermîl petrol hinarde dike û biryar e heta dawiya îsal bo 550 hezar bermîl petrol zêde bibe.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Samir Xezban li Besrayê di konferanseke rojnamevanî de amarên hinardekirina petrola Iraq û Herêma Kurdistanê ya di vê mehê de eşkere kir.
Samir Xezban ragihand ku li başûrê Iraqê hinardekirina petrolê zêde bû ye bo rojane 3 milyon û 550 hezar bermîl ku li gor meha Çileyê ya îsal zêde bûye.
Xezban eşkere kir ku asta hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê niha rojane 420 hezar bermîl e û heta dawiya îsal dê bilind bibe bo rojane 550 hezar bermîl. Di çarçoveya budceya 2019an a Iraqê de, Herêma Kurdistanê bi şandina rojane 250 hezar bermîl petrol bo hikûmeta federalî ya Iraqê hatiye pabendkirin. Wezîrê Petrolê yê Iraqê li ser vê mijarê got: “Civîneke me ya baş li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hebû. Ez geşbîn im bi wê yekê ku Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar petrol bide hikûmeta federalî.”
Herêma Kurdistanê ji bilî hinardekirina petrola kêlgehên xwe, rojane nêzîkî 80 heta 100 hezar bermîl petrolên kêlgehên Kerkûkê jî vediguhezîne Bendera Ceyhanê û li wir radestî kompaniya SOMO dike.
Destpêka vê mehê, Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad ragihand: “Bi qasî 2 milyon û 315 hezar bermîl petrola Kerkûkê di meha yekê de hatiye hinardekirin.”
Pisporên petrolê di wê baweriyê de ne ku ji ber dayîna heqdestê kompaniyên petrolê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, kompaniyan îsal ji bo veberhênan û kolandina bîrên nû yên petrolê plan danîne û ev jî dibe sedema bilindbûna asta veberhênana petrolê li Herêma Kurdistanê.
Roja 07-02-2019an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya. Adil Ebdulmehdî di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de roja sêşemê 12-02-2019an ragihand: “Me hevdîtineke giring bi Nêçîrvan Barzanî re encam da, rewş gelek baş e û peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê gelek baş in.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse