Bandora şerê Îranê li ser aboriya Herêma Kurdistanê

2 demjimêr berê
Omer Ehmed
Nîşan Herêma Kurdistanê Aborî Şerê Îranê Petrol Îraq
A+ A-

Berî şerê Îranê, tevî ku gelek astengî li pêş bûn jî nîşaneyên geşbûnê li ser aboriya Herêma Kurdistanê hebûn. Vînçên ku li ser avahiyên nû û projeyên niştecîbûnê xuya dikirin, nîşaneyên herî berbiçav ên avadankirin û tevgera bînasaziyê bûn.

Lê karmendên sektora giştî ku beşa herî mezin ê aboriya Herêma Kurdistanê pêk tînin, sê salên dawî li benda wan meaşan bûn ku yan dereng dihatin yan jî her sal du meaşan wernedigirtin.

Amerîkayê li Hewlêrê konsulxaneya xwe ya herî mezin a li cîhanê vekiribû ku ev nîşaneyeke dîplomatîk a rasteqîn a ji bo pişgtiriya Herêma Kurdistanê bû.

Lê xeta boriyan a petrolê ya Herêma Kurdistanê ku wekî projeyeke stratejîk ji bo Kurdistanê, şirketiên petrolê 10 salan di nav kar de hiştibûn, ji sala 2023yan ve bi biryareke Dadgeha Navbeynkariyê ya Navneteweyî hatibû girtin. Tenê pênc meh berî destpêkirina şerê Îranê hinartina petrolê dîsa dest pê kiribû.

Projeya "Ronakî" cara ewil piştî gelek salan dengê jeneratorên taybet birîbû, her çend li ser bihayê elektrîkê gilî û gazind jî hebûn. Kovara "Condé Nast Traveler" bajarê Hewlêrê wekî yek ji cihên herî girîng ên Asyayê yên sala 2026an destnîşan kiribû.

Ev pejirandinek bû ku Wezareta Geştûguzariyê pê dilxweş bû lê ji bo karmendekî hikumetê ku meaşê meha Çiriya Pêşîn a 2025an di meha Kanûna Paşîn a 2026an de wergirtibû, ti qîmetê wê tune bû.

Herêma Kurdistanê berî şerê Îranê, nû hewl dida xwe ji 10 salên krîzên li ser hev xilas bike; krîzên wekî daketina bihayê petrolê, şerê DAIŞê, birîna budceyê ji aliyê Bexdayê ve û girtina xeta boriyan a petrolê. Her çend bandorên wan krîzan hîn bi temamî ji holê ranebûbûn, piştre dron hatin.

Kurdistan bûye qada şerê her du aliyan

Di vî şerî de ti welat wekî Îraqê di heman demê de ji her du aliyan ve derb nexwariye. Êrişên Amerîka û Îsraîlê baregehên çekdarên ser bi Îranê ve yên li ser axa Îraqê dikin hedef. Îran û alîgirên wê jî bi sedan mûşek û dron ber bi baregehên Amerîkayê û cihên din ên Herêma Kurdistanê ve şandine.

Herêma Kurdistanê ketiye nava vê alozî û pevçûnê û baca cografyayekê dide ku ji bo her kesî girîng e. Xelkê herêmê jî ji ber dengê dron, mûşek û helîkopteran zêdetirî mehekê ye şevan xeweke bi aram nedîtiye.

Di meha ewil a şer de, zêdetirî 450 dron û mûşekan li Herêma Kurdistanê ketine. Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê di saetên ewil ên şer de hat lêdan.

"Berxwedana Îslamî ya li Îraqê" berpirsyariya zêdetirî 23 êrişên cuda yên li ser berjewendiyên Amerîkayê yên li Hewlêrê girt ser xwe. Kampên partiyên mixalefetê yên Rojhilatê Kurdistanê yên li her du parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê bûn hedef.

13ê Adarê efserekî Fransayî di kampeke rahênanê de hat kuştin. 12ê Adarê baregeheke leşkerî ya Îtalyayê hat lêdan. 24ê Adarê êrişeke mûşekî ya li ser baregehên Pêşmergeyan ên li Soranê bû sedema şehîdketin 6 Pêşmergeyan û birîndarbûna 26 Pêşmergeyên din.

Pergalên parastina asmanî yên Amerîkayê piraniya mûşek û dronan têk birin lê têkbirin nayê wateya parastinê. Paşmayên dron û mûşekên têkçûyî li ser cihên bazirganî û navçeyên niştecîbûnê yên sivîlan ketin xwarê.

Ew bajarê ku kovara "Foreign Policy" wekî "bipêşketineke li bendê" pênase kiribû, bi avahiyên bilind, vînçên mezin û şirketên petrolê yên Amerîkayê ve, piştî mehekê di bin dengê zengilên hişyariya êrişên asmanî de dijî.

Şeva ku Kormor di tarîtiyê de ma

Saet 11:30yî şeva 28ê Sibatê, dema ku dengê têkbirina mûşekan ji asmanê Hewlêra paytext dihat, şirketa Dana Gasê ku şirketeke Îmaratî ye û qada gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê bi rê ve dibe, hemû hilberîna li wê stasyonê rawestand, kargeh vala kir û di rewşa amadebaşiyê de hişt heta demekê aramtir.

Sibehê daxuyaniyek hat belavkirin: Di tora elektrîka niştimanî ya Herêma Kurdistanê de di navbera 2500 û 3000 megawattî de elektrîk kêm bûye. Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê piştrast kir ku hilberîna elektrîkê bi rêjeya ji sedî 80 kêm bûye. Elektrîka niştimanî ya li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê rojane daket 4 heta 6 saetan.

Kêmbûna elektrîkê zêdetirî 3 hefteyan domand heta ku Hikumeta Herêma Kurdistanê di destpêka meha Nîsanê de ragihand ku rewşa elektrîkê ber bi asayîbûnê ve diçe û ji sedî 85ê aboneyan ji projeya elektrîka 24 saetî ya "Ronakî" sûdê werdigirin.

Di navbera sala 2022yan û destpêka 2026an de, herî kêm 11 caran êrişî Kormorê hatiye kirin. Her êriş bi heman şêwazî bû: Kesî berpirsyarî nedigirt ser xwe, dron an mûşekek ji wan deverên ku Heşdî Şebî lê serdest e dihat û encam jî vemirandina elektrîkê ya li sê parêzgehan bû.

Li gorî amarên çavdêriya "Eco Iraq", tenê êrişa meha Çiriya Paşîn a 2025an a berî şer, elektrîk bi rêjeya ji sedî 80 birî û rojane zêdetirî 7,41 milyon dolarî zerera rastexwe çêbû. Ev zerer ji bilî pereyên Dana Gasê, lêçûna veguhastinê û wan zererên mezin in ku ji ber xebitandina jeneratoran gihiştine sektorên din.

Herêma Kurdistanê xwedî şiyana parzûnkirina navxwe ye û nêzîkî 60 heta 65 hezar bermîl petrola xam hildiberîne. 40 heta 50 hezar bermîlan ji bo bikaranîna navxwe ye ku dibe sotemenî. Vê yekê wiha kir ku Herêma Kurdistanê ji wê zêdebûna bihayê benzîn û mazotê ya ku li welatên din ên cîhanê çêbûye were parastin.

Lîtreyeke benzîna normal ji 0,57 sentan derket 0,65 sentan. Mazot ji 0,51 sentî derket 0,56 sentan. Ev li gorî zêdebûna bihayê sotemeniyê ya li welatên din ên herêmê wekî krîz nayên hesibandin.

Qutbûna elektrîkê ku nêzîkî mehekê dom kir, bi awayekî berçav hatiye çareserkirin. Wezîrê Elektrîkê piştrast kir ku ji sedî 85ê Herêma Kurdistanê xwedî elektrîka 24 saetî ne û armanc ew e ku heta nîveka sala 2026an her kesî bigire nav xwe.

Ew dengê jeneratorên ku di dawiya meha Sibatê de li kolanên Hewlêrê zêde bûbûn, niha ber bi kêmbûnê ve diçe. Krîza dijwar ne tarîtiyek bû ku bimîne. Tiştê ku heta niha nehatiye çareserkirin bihayê gaza malan (LPG) ye.

Gaza malan ji Kormorê tê; dema qadê karên xwe rawestand, bihayê lîtreyeke gaza malan ji 0,44 sentan ber bi zêdetirî dolarekî ve hilkişiya. Zêdebûneke bi rêjeya ji sedî 127 ku barê darayî yê wan malbatan giran kir ku ji bo çêkirina xwarinê û germkirinê bi kar tînin.

Her çend li gorî gotina Wezîrê Elektrîkê be ew hewl diden wê pirsgirêkê çareser bikin ji ber ku 100 tankerên LPGyê yên hikumeta federal gihiştine û parzûngeha Lanazê jî dest bi xebatê kiriye.

Lê hîn jî bihayê tûpê gaza LPGyê zêdetirî 25 hezar dînaran e û ji bilî bilindbûna bihayê wê, kêmiya wê ji bo malbat û karsaziyên biçûk pirsgirêk çêkirine û bûye sedem ku hinek nanpêjxane û xwaringeh bên girtin.

Rewşa pîşesaziya petrolê li Herêma Kurdistanê

Li gorî wê peymana ku di yasaya budceya federal a 2023-2025an de hatiye kirin, hilberîna petrola Herêma Kurdistanê radestî SOMOyê tê kirin û ew difiroşe û dahata wê ji bo Bexdayê ye. Li hemberî vê, Herêma Kurdistanê pişka budceyê werdigire ku di teoriyê de ji sedî 12,67ê giştî ye.

Lê di navbera 2023 û 2025an de, Bexdayê ji her dolarekî mafê yasayî yê Herêma Kurdistanê tenê 41 sent şand. Pişka Herêma Kurdistanê ya di budceya veberhênanê de ku 12,5 trîlyon dînar bû, ti carî nehat dayîn: Sifir.

Hevdem bi destpêkirina şer re di destpêka meha Adarê de, çend şirketiên petrolê yên wekî DNOya Norwêcî, Genel Energy û Gulf Keystone yên Brîtanî wekî tedbîreke parastinê hilberîna li qadên xwe rawestand.

Her wiha êrişa dronî ya li ser qada Sersingê ku şirketa HKN ya Amerîkayê lê dixebite rawestiya. 1ê Nîsana 2026an, şirketa Shamaranê ragihand ku ji ber êrişa dronî, li depoyeke qada Sersingê teqînek çêbûye. Her çend karmend saxlem bin jî qada Sersing û Etruşê niha sekinîne.

Bi vî awayî êrişên dronî bûn sedema rawestandina nêzîkî 200 hezar bermîl petrola rojane ya Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê di du waran de zerer dît; zerer ji bo şirketên petrolê ku pere xerc dikirin lê dahata wan tune bû.

Her wiha zerer ji bo Hikumeta Herêma Kurdistanê ku ew petrola ji dest da ku mercê sereke bû ji bo wergirtina meaşên karmendan û malnşînan ji Bexdayê.

Boriyek ku bû çekeke siyasî

Êrişên li keştiyên petrolê yên li nêzîkî Besrayê, hinartina başûrê Îraqê di rojên ewil ên şer de rawestand. Hilberîna petrolê ji 4,35 milyon bermîlan daket nêzîkî 1.4 milyon bermîlan. Ji sedî 90ê dahata Hikumeta Îraqê ji dest çû. Di vê demê de Bexda careke din berê xwe da Hikumeta Herêma Kurdistanê.

Hevkêşeke hêsan diyar bû: Destpêkirina ducare ya hinartina petrolê bi rêya xeta boriyan a Herêma Kurdistan-Ceyhanê, veguhastina petrola Kerkûkê ji bo Tirkiyeyê û qerebukirina beşek ji rawestandina petrola li Besrayê.

Bexdayê daxwazeke fermî pêşkêşî Hikumeta Herêma Kurdistanê kir ji bo veguhastina herî kêm 100 hezar bermîl petrola Kerkûkê di rojekê de. Herêma Kurdistanê got ew bi merc razî dibe û ji Bexdayê xwest ku wê biryara Kanûna Paşîn a 2026an hilweşîne ku rê li ber bazirganan digirt ku daxwaza dolaran ji Banka Navendî ya Îraqê bikin, ji ber ku Hikumeta Herêma Kurdistanê heta niha razî nîne pergala "Asycuda" li deriyên sînorî bi cih bîne. Her wiha daxwaza garantiya ewlehiyê ji bo şirketên petrolê û naskirina mafên wan ên darayî kir.

Bexdayê Hewlêr bi binpêkirina destûrê tohmetbar kir û Hewlêrê jî Bexda bi guhertina rastiyan tohmetbar kir. Di encamê de bi hewlên navxwe yên Herêma Kurdistanê û beşdariya Amerîkayê, hinartina petrolê ji aliyê Wezareta Petrolê ya Îraqê ve bi rêya xeta boriyan a Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhanê û bazara cîhanî dest pê kir.

Li gorî rapora "OilPrice.com", ev rewş nîşaneya "berevajîbûna temam a hevsengiya hêzê" bû. Cara ewil di maweyê 10 salan de, Herêma Kurdistanê li hemberî Bexdayê kaxezeke fişarê xist destê xwe. Tenê rêya hinartina petrola Îraqê di axa Kurdistanê re derbas dibû.

Li şûna ku Bexda bi awayekî eşkere destê alîkariyê dirêjî Herêma Kurdistanê bike û daxwaz bike ku petrola deverên din ên Îraqê bi şiyana bilind a boriya Kurdistanê (rojane zêdetirî 700 hezar bermîlan) hinardê bike, bi leziyeke lojîstîk a ecêb bersiv da: Şandina petrolê bi tankeran di rêya Sûriye û Urdinê re û hewldana ji bo bikaranîna boriya kevin a Kerkûk-Ceyhanê.

Berevajî boriya Herêma Kurdistanê, boriya Kerkûkê hîn amade nîne û ji ber pirsgirêkên teknîkî û qulbûna li gelek cihan niha nikare were bikaranîn. Heta ku bi temamî were sererastkirin jî pêdivî bi razîbûna Herêma Kurdistanê heye û divê di beşa xwe ya dawî de di axa Herêma Kurdistanê re were pompekirin. Niha Herêma Kurdistanê xwedî kaxezeke bihêz e.

Senaryoyên paşerojê

Pêşbîniyên aborî yên ji bo asayîbûna rewşa aboriya Herêma Kurdistanê bi temamî bi wê ve girêdayî ne ku ev şer dê çawa bi dawî bibe. Eger di 30 heta 60 rojên bê de agirbest pêk were (ku îhtîmala wê ji sedî 30-35 e), aboriya Herêma Kurdistanê dikare bi lez asayî bibe û ber bi geşbûnê ve biçe.

Kormor ji bo xebatê amade ye, Dana Gas ku li gorî hin çavkaniyan niha hilberîneke sînordar heye, dikare di çend hefteyan de bigihe asta berî şer. Lê şerekî demdirêj (ku îhtîmala wî ji sedî 35-40 e û senaryoya herî bihêz e), bi temamî cîda ye.

Her meheke zêde tê wateya rawestandina zêdetir a peymanên petrolê û karên şirketên petrolê, nedana meaşan û dûrketina veberhêneran. Dîrokê nîşan daye ku her şerek çi qasî dirêj bibe, asayîbûna rewşa piştî şer ew qasî girantir dibe. Herêma Kurdistanê ev yek di salên şerê DAIŞê de dît û niha dikare ducare bibe.

Kela Hewlêrê li bende çi ye?

Herêma Kurdistanê dê ji vî şerî rizgar bibe û dê dîsa geş bibe lê pirs ev e: Çi celeb geşbûn? Vegerandina eynî pergala kevn? Petrol ji bo SOMOyê, meaş di bin rehma Bexdayê de, qadên herî girîng a gaza Kurdistanê Kormor bêyî parastin?

Eger wisa bibe ev tê wateya vegera li heman rewşa lewaz a berî şer. Şerê Îranê pencereyek vekiriye, her çend teng û demkî be jî lê mercên ji bo peymaneke bingehîn a cuda di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji her demeke din a piştî 2003yan guncavtir in.

Mîkanîzmaya dabeşkirina dahatê, çareseriya destûrî ya petrol û gazê, parastina binesaziya enerjiyê; ev ne tenê mijarên teorîk ên li ser kaxezê ne. Aboriya 10 salên bê ya Herêma Kurdistanê bi çareserkirina van mijaran ve girêdayî ye. Kela Hewlêrê dîtiye ku bajar çawa ji xwarê geş dibe û ava dibe lê ti carî nedîtiye ku dest ji "serbixwebûna di biryardanê de" berde û serê xwe li ber hemû daxwazên Bexdayê bitewîne.

Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst